Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mîr

profîla "mîr"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [qurana bi kurdî] de;

10. Du sê sal ewil min li fuara kitêban ji standa nûbiharê jê standibû. bi navê "wergera qur'ana pîroz bi zimanê kurdî" wekî jorê qurana bi kurdî/48657 hatiye behskirin, wergereke pak e, tê xwendinê, lê belê zêde ne herîkbar e.

Min pêşî nestandibû çavên xwe du sê heb mealan gerand di nav wan da xwendina wê ya herî xweş ev bû.
Car caran dibînim ji aliyê rastnivîsê da şaşiyên hene, Wek mînak bêjim peyvên ku li eynî rûpelê da ne herdu ji hev cuda şaş hatine nivîsîn.

Aqilê min nabire, kurd li medreseyan xwe da taybetî gramera Erebî da zehf serkeftî ne, him jî beriya gelekî miletan misilman bûne, dîsa jî ji vê meselê hanê da zehf dereng mane, ev jî nîşan dide ku kurd gava xizmetên bi xwe re bikin zêde ne xîretkar in.

Mesela em Boyî ziman û xwendinê jê binirxînin ne meleseyek din! di google booksê de Încîla kurdî heye. bi standarta kurmancîya k'urdêd welatêd kafkazê di sala 2011 da hatiye nivîsandin heye încîla kurdî/103646 ka lê binêrin zimanê wê çawa ye, bi ya min xwendina wê sivik û nerm e. Zimanê wê Serhedkî ye belkî rola wê heye tesîra xwe li ser min dike. Yanî ez bûma îmkanê min çêbûya min karê wergerê ya Qur'anê bida wan.

Here lînkê



28.04.2020 00:26 ~00:26 | mîr