Tirşik - Profîl
tirşik-profîla qivaro

profîla "qivaro"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [serhado] de;

1. hunermendek rapa kurdî ye. li swêdê dijî û bi eslê xwe ji midyada mêrdînê ye. ji ber nebaweriya ji xwe ku karibe bi kurdî rapê bike, pêşî bi zimanÊ swêdî destpêkiriye û paşiyÊ derbasî kurdî bûye. heta niha sê albûmên wî hene:

xewna jiyan - 2007

xeyala evîn - 2009

bihuşta xeyalan - 2013

ji navê albûmên wî xuya ye ku wek her kurdî xewn û xeyalên wî jî gelek in.

albûma wî ya dawî bi nexşên dengbêjî hatîye xemilandin û bi rastî serkeftî ye jî. ji ber vê yekê, wek heskiriyek dengbêjan, ev albûm ketiye nav favorîyên min. berdewama serkeftinê jê re.



02.06.2014 21:05 | qivaro