1. lîstika "disco 5 no'lu" li stenbolê bi aliyê DESTAR- THEATREÊ cara yekem 24 sermawez 2011 an de hatiye ser sahneya şanoyê û îşev jî li Londra'yé saet:20:00 an de hate lîstin.
“Dîsco”(Qowişa Dîsîplînê) wek ku tê zanîn li Tirkiyê işkencexaneyeke leşkerî ye.Lê “5No’lî” işkencexaneyeke wisaye ku ceribandineke qirkirina gelekî ye.Pîrevokek, mêşek, mişkek, kuçikek, gardiyanek û girtîyek di laşekî de tên zimên.Û wahşeteke li derveyî însanetiyê, wahşeteke ku hiş û mejî yê meriv nagire vedibêjin.Teksta lîstikê bi çavkaniya serborî, lêkolîn,belgefîlm û hevdîtinên li ser “Girtîgeha 5No’lî ya Amedê” hatiye nivîsîn.
Nivîskar: Mîrza Metîn
Derhêner: Berfîn Zenderlîoğlu
Lîstikvan: Mîrza Metîn
Sêwirînerê Dikê: Metîn Çelik
Sêwirînerê Ronahiyê: Alev Topal
Mûzîk: Nizamettin Ariç / Wêneyên Xewnan
Vîdeo: Pia Rönicke & Zeynel Abidin Kızılyaprak
Afîş: Metin Çelik
Asîstan: Adar Baran Değer, Alan Ciwan, Sevgi Turan
Wergera jor-nivîs ê: Nazê Yerlikaya
Efekt: Alan Ciwan, Adar Baran Değer
Wêne: Nazım Serhat Fırat
1 Perde, 60 dk. / Kurdî
|