Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
mîtolojî - tirşik
mîtolojî
(4) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. mijara ku ev heşt sal e tirşik heye lê nehatiye vekirin. nexwe ezê bi çîrokekê vekim.

Çîroka dara Defne, ku navê wê ji zerîya avê, keça Xwedayê robaran Peneus.

Rojekê xwedayê rojê, ronahîyê, muzîk, helbest û komek heyberên dî apollon dema bi galiskeya hespan li ezmanan geşt dikit rastî xwedayê evînê Eros têt û henekê xwe bi hunera tîravêjîya Eros dikit ku ew jî weke wî tîrvanek yeman e. Eros ser vê qurretîya Apollon ehd û eman dixwit heyfa xwe hilênit. Rojekê dema Apollon li warê xwey şên li lîrê dixe çavê wî bi zerîyekê dikevit ku li daristanê bi tena serê xwe digerit. Seyra dîdara wê dikit lê yeke dî jî heye li wê derê, Eros. Ji bo tolhildanê firsendek baş e. Du tîr derdêxit, ya zêrîn pişta Apollon re dikit, Ewî dikit evîndarê Defneyê. Tîra risas jî diberde Defnê, da nefreta xwe ji Apollon bikit. Apollon her li pey wê ye lê Defne her ji wî direvit. Apollon dibêjit ez xwedayê rojê, ronahîyê me, qey ser rûyê erdê bendebeşer hene min red bikin? Li qûna wî nayê Defne wî napejirênit. Li daristanê Apollon dikevit pey Defne, ew jî direvit, hingî diçit navbeyna wan kurtir dibit, Defneya dizanit xelasîya wê nîne xwe dispêrit erdê, axê vedikolit û hawara xwe digihênit Gaîa, xwedayê erdê:
"Ey dayîka erd min bipêçe, min veşêre, min biparêze."

Gaîa digihit hawara wê û leşê wê yê xwedawend ji bedewîya wê dihesidîn giran dibit, nav axê de diçit, singê wê qalik digirit, çengên wê yên zirav vediguherin çiqlan, porê wê dibin belçim.
Apollon bi dilkovanî seyra Defneya dibit dar dikit û dema wê hembêz dikit kutkuta dilê wê dibihîzeit. Paşê Apollon dibêjit: "Defne, ji niha w pêve tê bibî dara pîroz a Apollon, ew pelên tey naçilmisin û naweşin dê bibin zerzenga serê min. Lehengên serfiraz dê bi pelên te bên xemilandin. Di stran û helbestan de navê me her li ba hev derbas bibit."
Ser van xweş gotinên evînî Defne çiqlên xwe ditewênit û Apollonî silav dikit.



21.06.2021 10:11 | hespêsor

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» mîtolojî

Kategoriyên mijarê:: mitoloji mitoloji mitoloji
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî