Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
lionel messi - tirşik
lionel messi
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. lîstikvanê futbolê ye di tîma barcelonayê de dilîze ji eslê ji arjantînê ye.. lîstikvanekî gelek serketî ye heta niha bi dehan rekor şikandine bi tenê di pêşbirka kupaya cîhanê de pêjn û deng jê nehatiye bi rastî jî gelek xweş dilîze ez bixwe ji futbolê qet hez nakim hetta behicê min jê tê lê ji ber messiyî ez maçên barcelonayê temaşe dikim.



23.04.2014 12:29 | ferhenga şikestî

2. lîstikvane ku tevahîya îsal ve cara şeşan xelata ballon d'or e destxistîye. ballon d'or e ewil sala 2009 de 21 saliya xwe de stendîye.



03.12.2019 21:09 | golikvan

3. futbolîstê ku herÎ baş ê dinyayÊ YE.

(bnr: messi vs ronaldo)



03.12.2019 21:49 | brusk56

4. futbolvanê herî serkeftî ê cîhanê ye.
Di dîroka futbolê de lîstikvanek nêzîkî jêhatin û kêrhatina wî bibe nîne. Bi îstatîstîk, bi awayê leystinê, bi fehm û jîrahîya xwe bûye serlehengê futbolê.



12.05.2020 20:39 | hespêsor

5.

futbolê messi dilîze qabiliyete.
birastî ez demê maradona, pele, van basten û cruyffa nizanim hema demê (bnr: los galacticos) ya ronaldo-r.carlos-zidane-raul-figo-beckham an jî
henry, adriano, kaka c.ronaldo rind zanim.
du futbollîstî mîrê topênê ronaldinho û messi hema messi tenê qabiliyete xwedayê futbolê ye..



12.05.2020 23:27 | doesntmatter

6. leystikvanê tîma barselona yê ye. Eslê xwe arjantîniye. Hema zanim nizamin li barca yê dileyze. Wexta min messî nas nedikir bo min futbolvanê herî baş ronaldînyo bû. Lê aniha messî xwedayê futbolê ye bo min.Ne tenê li futbolê li jiyana xwe ya taybet jî mirovek serkeftiye. Baş e. Alikariya dike lê wek ronaldo reklam a nake



13.05.2020 14:36 | bêwar

7. kesê min nas dikin dizanin ku ez ji fitbolê qet hez nakim û xuya ye ev cara ewil e ku ez ê tiştekî binivîsim.îro li ser jiyana messi min çend tişt bihîstin û bi rastî jî matmayî mam.

berî dest bi dibistanê bikin, dextor dibêjine dê û bavê wî bi zarokê we re kêmasiya hormona mezinbûnê heye, divê mehê carekê hûn derziyekê lê bidin da ku heya demeke bi tenduristî bijî. derzî 1000 dolarî ye. û di ser de jî dibêjin bejine wî zêde dirêj nabe û jiyaneke dirêj jî najî.
ne aboriya malbata messi têra pere derziya dikir û ne jî hêviya dextoran jê hebû.
piştre barcelona derdikeve pêşiya wî, hem heqê derziyên hormona dide û hem jî peymanê pêre îmze dikin. sal 2000 messî li barcelona de dest bi fitbolê dike heya îro.

îro messi di civîna çapemeniyê de biryara veqetandina xwe bigirî rave kir.




08.08.2021 20:25 ~20:34 | merwano

8. gogbazê herî baş ê dinyayê doh xelata ballon d'or 2021ê wergirt. bi vê hejmara xelatê stendî bû 7.



30.11.2021 12:45 | pênûsa westiyayî

9. (bnr: goat)
Respect:
Here lînkê



14.12.2022 00:21 | pêşewa

10. Lionel Messi lîstikvanekî futbolê yê Arjantînî ye. Werzişvanê navdar ê cîhanê, Messi di dîroka Futbolê de yek ji baştirîn lîstikvan tê hesibandin.
lê ez bêtir ji ronaldo hez dikim.



07.03.2023 18:09 ~18:10 | horhorik

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» lionel messi
» messiah

Kategoriyên mijarê:: sporfutbol
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî