1. ferhengeka bo pergela android, bi xêra çavkaniyên wîkîferhengê hatiye çêkirin e. |
|
16.12.2013 22:41 |
fethî ronî
|
2. (bnr: wîkîferheng) |
|
16.12.2013 23:57 |
dijber
|
3. li ser vê sepana ferhengê bi sepançêkerê wê fatih aydın ango navê wî yê di tirşikê de fethî ronî re hevpeyvînek hatiye çêkirin. mixabin bi tirkî ye.. |
|
21.02.2017 23:17 |
mergehez
|
4. Versîyona xwe yê dawî de, beşa xwe yê "herwiha" rakirine. ew min qehirand! |
|
22.12.2017 00:56 |
mîr
|
5. Ji alî havildarbûnê ê gelek bikêrhatîye û ê gelek başê, çavkanîyek gelek giringe, kê çêkirîye bira xwedê lê razîbe, bira her bijî. |
|
14.01.2018 23:01 ~23:01 |
aqilkêm
|
6. sepana ku ji îro pê de li ser IOS'Ê jî peyda dibe. amadekarê Sepanê fethî ronî îşev li ser Twittera xwe ev mizgînî ragihand. |
|
12.03.2018 00:52 |
xendekî
|
7. di nav sepanên ferhenga de ya hêrî serkeftî ye. |
|
15.05.2020 22:59 |
merwano
|
8. Ferhengeke serkeftî ye. Ji bilî zaravayên din(dimilî, soranî) gelek zimanên din jî hene ev jî taybetîyeke cuda ye. |
|
15.05.2020 23:40 |
xabûrî
|
9. a ku gelek berbelav bûye û gelek baş dixebite. hemû kesên ku ji zimanê xwe hez dikin, di bêrika xwe de vê ferhengê dihewînin. |
|
16.05.2020 12:56 |
brusk56
|
10. Ferhenga ku sepana wê ji bo Windowsa kompîturê jî heye. Min çend roj berê daxist kompîtura xwe. Ne şaş bim di bloga çêkerê wê de bû. Bi rastî jî pir bikêrhatî ye. Mala çêkerê wê hezar carî ava be. Hevalên ku versiyona kompîturê bixwazin û nebînin dikarin ji min re peyamê bişînin. Ez ê bibim alîkar. |
|
07.06.2020 21:12 ~21:12 |
xabûrî
|
11. Xizmeteke baş e |
|
08.06.2020 01:32 |
oceancr
|
12. Ferhengeke têr û tije ye |
|
08.06.2020 12:15 |
xeletnivîs
|
13. ferhenga ku bo wîndowsê min nû daxistiye , gelek bi lêz dixebite û ne wek versiyona mobîl hêdî ye (bo min wisa bû). |
|
08.06.2020 13:14 |
brzn
|
14. Bernameya ku kurdên Efrînê wekî terorîst nîşanî me dike ye. Ez bawer im xeletî çêbûye lê Bêrî kampanyaya lîncê destpê bike divê zûka were rastkirin. |
|
16 roj berê 16:20 |
uvuvwevwevwe onyetenyevwe ugwemubwem ossas
|
15. Ferhengek gelek kêrhatî ye, piştî mirov fêrî bikaranîna wê dibe destê mirov jê bernade. Her wiha kêmasiyên wê jî hene. Bo mînak;peyvên kêm tê da gelek in û ji bo mînakdana peyva "kûmanya", di nava metnê da, bawer im, metnek ji ajansa Anadoluyê an jî ji trt kurdîyê wergirtibûn û tê da gotinên heqaretê li dijî Kurdan hebûn. Ev tişt bûbû sedema bertekdana bikarhênerên ferhengê. Paşê jî kesek ku rayedarê ferhengê bû, got; wqferheng, ferhengeke hevbeş e, gelek nivîskarê wê hene, ev tişta hatî kirin ne li gor polîtîkayên me ne. Mesele wisa bi dawî bibû |
|
16 roj berê 02:08 |
bayê xerbî
|
16. Dataya xwe ji wikiferhengê distîne. Hevoka jorîn a ku behsa Efrînê kiriye, dibe ku bi awayekî otomatîk ji servîsa Kurdî ya Tora Anadolu (Anadolu ajansı) hatiye kişandin. |
|
16 roj berê 06:02 |
cinorek
|
tirşik agahdarî [1] |
|
tirşik v3.0 [1] |
|
tehdîdên kurdî [2] |
|
horhorik [2] |
|
toksîkolojî [1] |