Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


6 mijar û 7 peyam
signal - tirşik
signal
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. sepana bi ewlehî ya peyamê ye. piştî zordariya whatsappê rêjeya daxistina wê zahf bilind bûye.



07.01.2021 23:58 | hueyn

2. "Use signal" (twita Elon Musk, 07.01.2021)

Here lînkê



10.01.2021 17:56 | cinorek

3. Signalê pir kêfa min jêr hat.Ya herî girîng zimanê kurdî jî heye.
Daxininin û pêşniyar bikin...



10.01.2021 19:17 | dilreş

4. sepana ku min di derbarê wê de nivîsekê berfireh nivîsiye;

Here lînkê



10.01.2021 19:37 | hueyn

5. ji bo berhevkirina telegram û signalê: telegram/130168

kêfa min ji kurdiya wê hat.

ji aliyê qehremanekî anarşîst ve hatiye çêkirin. bi saya wê îro em dikarin di sepanan de bi şîfrekirî peyaman ragihînin hev.

(bnr: moxie marlinspike)



16.01.2021 13:57 ~2021.01.17 00:29 | biruya hayao miyazaki

6. Yek ji birêvebirên signalê brian acton e ku damezrênerê whatsappê bû piştre ji Facebookê re firot û xwe avêt milê zuckerberg. ji ber vê aqlê min ji signalê nabirê. çiqa bibêjin em non-profit in felan bêvan jî dikarin sibe bifroşin kompanyayekê mezin.



17.01.2021 00:28 | hueyn

7. Sîgnal kêfa min gelek pêra hat Çimkî Kurdî heye.
Hûn çi disekinin werin sîgnalê



17.01.2021 03:56 | yaqûp

8. sepana ku min dilekî xemgîn ji telfona xwe rakiriye. Zahf kêmasî û xeletiyên servîsa wan heye. Gelek caran peyam nayên ya jî dereng tên. Jixwe hemû nas, malbat hwd. giş li lanetlêhata whatsappê ne.



14.05.2021 22:42 | hueyn

9. Sepana ku herî kêm destur dixwaze.

Here lînkê



15.05.2021 01:10 | heval.js

10. do şev alava çîrokan tevlî pergala xwe kiriye û weşandiye. hêsan û sivik e. li hemberî whatsappê wê şansekê wê hebe -heke koçekê din a mezin pêk bê. jbk di koça pêşîn a salê çûyî de gelek kes ew saz kiribû lê ji ber edetên xwe yên çîrokweşandinê hema rexne lê dikirin û yek bi yek û lez bi lez vegeriyabûn whatsappê.

îro ji hemû sepanên peyamşînerên din ewlehîtir e. bikaranîna wê jî hêsan e. lê belê xelk mehremiyet û ewlehî û nepenî çi ye nizanin, kê guh dide peyamên şîfrekirî û edward snowden û elon musk. (bînin bîra xwe ku rêvebira weqfa signalê xwestekên fbi-yê yên qala zanyariya bikarhênerên xwe her tim vedigerîne, bêbersiv dihêle.)

wergera wê ya kurdî her diçe kêrî pîvazek jî nabe. xuya ye wergêrên wê kar terikandine.

lê tiştê ku kêfa min nehat ev e: wê di nav çend mehan de dev ji piştgiriya sms-şîneriyê berdin. ku qasî du sal bûn, sepana min a sms-şîner ew bû. mixabin nikarim bixeyidim, jbk sebebên wan ên devjêberdanê bi mentiq e. mêrik dibêjin ji xwe em dixwazin xelkê dinyayê bikişînin ser zeviya ewlehtir. bi vê armancê piştgirîdana sms-ê bêmentiq e ku heqê wan hene. wekî tê zanîn sms dikare ji herkesî ve were xwendin, misqalek zanyariya nivîsbariyê bes e bo têketina pergalê. êh şîfrekirina ser bi ser bi serê xwe şervaniya li vê tazîtiya nivîsbariyê dike û nabe ku di heman sepanê de him doza vê yekê bike û li aliyekê din jî rabe smsşîneriyê bike. lê xwezî karibana sepanekê basît dianîna ber me bo alternatîf. ne zehmet bû.

her wiha. ji bo sepanên bingehîn a mobîlê yên hêsan, sivik û çavkaniya vekirî li vê girêdanê bitikînin: Here lînkê her wiha him li f-droidê û him jî li play storeê gihiştbar in.



08.11.2022 19:25 ~21:09 | biruya hayao miyazaki

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» signal

Kategoriyên mijarê:: komputerprogram komputerprogram komputerprogram
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî