Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 11 peyam
saturn - tirşik
saturn | 0
Nivîskar: remezan alan | kurmancî | roman | 115 rûpel

Ev roman tenê çîroka çûyînekê ye… Mîtosa Memê Alan veguheriye, veguheriye û hatiye li rastiya vî zemanî rawestiyaye. ‘Saturn’ ji du beşan pêk hatiye; ...
saturn
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. navê pirtûka rexnegirê kurd remezan alan e.di kovara wêje û rexne de derbarê vê romanê de rexneyek 12 rûpel* hatiye nivîsandin û bûye sedema balkişandina min.

(bnr: xelatên 1. rojbûna tirşikê)*



04.05.2014 19:53 | kevçiyê dil

2. (bnr: keywan)



07.10.2018 02:46 | bûtîmar

3. Di peyama ewil de hatiye gotin ku derbarê vê pirtûkê de li kovara Wêje û rexneyê 14 rûpel rexne hatiye nivîsîn, hemî hejmarên kovarê li cem min hene min îroj lê nêrî lê mixabin min rexneya hanê peyda nekir.

Neyse ez werim li ser kitêbê.
Kitêb ji hêla peyvan ve gelek zengîn û rengîn e, hetta meriv Hama bêje bêyî ferhengê nikare bixwîne. Piştî çend rûpelan ez ji lê nêrîna ferhengê eciz bûm û min êdî li ferhengê nenêrî. Jixwe ger tecrûbeyeke baş a xwendinê hebe meriv karê watiniya peyvê ji hevokê derîne.
Wek min got gelek peyvên ku meriv di jiyana xwe de zû bi zû leqayî wan nayê hatine karanîn. Di senteksa pirtûkê de hinekî tehma mantiqa wergerê hat zimanê min. Çimkî gelek hevok bêrist bûn. Yanî hevokên kitêbê bi sentakseke dûrî rêkûpêkiya kurmancîya ku em hîn bûne, bûn.
Gelek caran min dilxwede digot ev nivîskar qala çi dike? Bi rastî min fêm nedikir qala çi dike. Ez pirr eciz bûm. Ecizîya min ne ji zimanê wê, beravaji ez hej ji şêwaz û tarz û islûbên cuda û rengîn dikim jixwe ev rengîniya edebiyatê ye bes ecizîya min ew bû ku meriv armanc û miraza nivîskarî fêm nake.
Te dît meriv dema kitêbek dixwîne dixwaze fêm bike 'derdê nivîskar çi ye, yanî nivîskar çima ev kitêb nivîsîye, xema kîja Fîkrî dixwe? ' Wesayra gelek pirsên min bê bersiv man.
Bi kurt û kurmancî kêfa min ji kitêbê nehat, fikra pirtûkê hem lawaz bû hem jî tevî lawazbûna xwe bilêvkirina nîyeta nivîskêr Ne zelal bû.



06.05.2020 22:48 ~22:50 | ferhenga şikestî

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» saturno devorando a su hijo

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi zanistifeza pirtukweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî