Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


6 mijar û 7 peyam
hespêsor - tirşik
hespêsor
(16) (9) (1)
di mijarê de bigere

1. Bi peyamek pir xweş başlê kiriye tirşikwaniyê.
eşîra goyan/117538
Bi Devoka goyiyan behsa eşîra goyiyan dike.



20.02.2020 08:46 | cinorek

2. nuştoxo newe yo. Bi hameyîşê xwu tirşik.net xemilnayo. xêr ameyo. çimê mi bi her nuştoxo newe rey de roşin benî *



20.02.2020 21:54 | kajav

3. Ez bawer im ji kurdên anatoliyayê ye.devok ango zarava ye nizam lê ez hemû nivîsên wî fêm dikim.Xeynê çend peyvan.Bi rastî ez rastê keseke din jî hatim , gelek peyvên biyanî û kurmancî bikartînin.Pêşnîyara min ev bû ku divê em giringî bidin kesên wiha û ji bo ku bo ku devok ango zaravaya wan rengek e zimanê kurdî ye.
Çend meh ewil rastê birnebun.eu hatim ku ev ji aliyên kurdên anatoliya ve hatiye damezirandin.

bi xêr û rengên xwe ve hatiye tirşikê.
(bnr: bîrnebûn)



21.02.2020 01:23 ~01:24 | brzn

4. spasîya hevalan dike. goyî ye. dapîra wî wesan (hevî nevî / hebû nebû) dest bi çîrokan dikir.



21.02.2020 01:47 | hespêsor

5. Di tirşikê de cihê hêvî û kêfxweşiyê ye.
Peyama wî ya li ser mijara xewna şeveke havînê kêfa min anî, ji zû de ye şanoyên kurdî temaşe nakim lê bi xêra wî min dît ku tiştek li xwe zêde nekiriye.
Di hinek peyamên xwe de devoka goyiyan bikar aniye ez wek Ciziriyekî ku ne xerîbê vê devokê me di ber xwendinê re gelekî tehibîm. Eger dixwaze bêtir bê xwendin û fêmkirin bi ya min bila berê xwe bide devoka standard ye Celadet, dîsa dikare peyv û biwêjên xweserî goyiyan bikar bîne, lê eger rasterast çawa tê axaftin binivîse wek min got di xwendin û fêmkirinê de mirov diweste û dibetile.



24.02.2020 23:01 | endazer

6. di mijara eşîra goyan de ferqa bilêvkirina peyvan bi kurtasî hatye diyar kirin. kesên eleqedar heger bixwênin û li gor wan taybetmendîyan peyvan ji nû ve biwate bikin bi rehetî dê şên (bikarin) fehm bikin. Dîsa jî kes ne mecbûr e, wek hatî gotin hewldanek dixwaze ev jî mirov diwestêne. Ezê hewl bidim nivîsên min bi goyanî nivîsî, di peyameyek cuda de bi kurmanciya herkes jê fehm dike dîsa binivîsm.



24.02.2020 23:30 | hespêsor

7. Tişikvanekî ji aliyê nivîsînê ve hêja ye lê ji aliyê rêzgirtinê ve pir qels e. Carina jî heqaretan li tirşikvanên din dike. Mijareke pîroz weke baweriyê biçûk dibîne û qey Nizane yan jî nayê bîra wî ku sibê kesek ji pîroziyên wî ra heqaret bike wê hêrs bibe.
Nîşe: ez ne bawermendekî radîkal im.



04.04.2020 14:36 | xabûrî

8. Nivîskareke li wargeha penabera mezin bûye û perwerda xwe ya seretayî bi kurdî standiyê.(li gor agahiyên ku di mijara bîranînên ji dibistana seretayî de daye ).Ji ber vê yekê li cem min rêzeke gewre maf kiriye. Nivîsên wî bi awayekî wêjeyi ye, dibe ku ev yek ji ber pir xwendina pirtûkên bi kurdî be, yanê hêja ye. Ez bawerim ku heke piçekî din jî zorê bide xwe dê gelek nivîs û rexneyên heja yên bêhempa tomarî dîroka tirşikê bike. Giraniya xwe bide ser mijarên wêjeyî bi ya min dê gelekî baş be, hêvî konê xwe ji tirşikê bar neke.



04.04.2020 15:57 | tîrêj zana 21

9. Nîcka wî a nû hespêsor e.
(bnr: çawa çêbû)



05.04.2020 01:03 | kajav

10. nivîskarê naxwaze wek şexsê sêyemîn qala xwe bike.
dilbirîno ez ji mexrûr û kamilan re hirmetkarim. yên zerer didin xelkê, mafê mirovan binpê dikin, nezanên j' zanîngehan derketî; nadim wan qîmet dîqet hirmet mihbet sihbet. *
tîrêj zana 21 bi saya germahîya civata li gel hêjayên wek te, pişta min naêşe ji paldayîna stûna kon... cihê rûniştinê xweş be mirov bar nake *

kajav nîcka berê ji devoka min bû nedihat fehm kirin. wisan çêbû *



05.04.2020 01:57 | hespêsor

11. Navê xwe nû kiriye (bnr:hespêsor). Gelek carî heqeret dide nivîskaran. Devsa ku lêborînê bixweze, xwe mafdar dihesibînine. Peyamê Marksîst û Lenînst dinivîsene û ne xwedê nenas e.
Ji ber ciye ez nizanim. Belkî pirtûkê marks, nitczche, Lenî dixwene, ew felsefeya xwedê nenasê ji wir tê.



05.04.2020 13:48 ~14:03 | dilreş

12. (bnr: hevînevî)

Nivîskarê ku min digot qey nû hatiye. Lê ez meraq dikim bo çi navê xwe guherandiye?



07.04.2020 12:41 | tîrêj zana 21

13. ji ber hevînevî nedihat fehm kirin, wek hêvî dixwendin. moderatorek jkx sermijara hevînevî wek hespêsor biguhere dê baş be :-)



07.04.2020 12:45 | hespêsor

14. Xwezî weke peyamên xwe yên pêşî bi devoka xwe ya balkêş behsa eşîra xwe, devera çolemerg û çand û hûnerê bike.
Devdirêjkirina ol û pêxemberan arrazûlî ye.
Li tirşikê serbestiya fikreyatiyê heye. nabêjim bila ew kes be asteng kirin lê ew peyamên xwe yên dijî-îslamê pir tûj in.



25.04.2020 19:25 ~19:27 | cinorek

15. bersiva mirovêkirêt di mala wî de hatiye dayîn: mirovekirind/121114

cinorek peyama te jî awayek mobbingê ye, xwesteka sînordar kirina nivîskare. ev der ferhenga azad e, herkes dikare derbarê her tiştê de binivîse û kes neşê bêbextîyan bike.



25.04.2020 20:20 | hespêsor

16. Camêrê ku ez wî nas nakim e. Lê belê niha rastî êrîşa bisilmana hatiye. Ez bawer im ev camêr di zarokatiye xwe de rastî tede û zextên dijwar yên ku nehatine serê me yekî jî hatiye. Dibe ku mala wan, gundê wan hatibe şewitandin, dev ji warê xwe beredabe û koç kiribe. Heta heye ku ji merivên wî hin kes hatibin kuştin jî. Lê di vê pêvajoya bi êş û elem de çi arîkarî nedîbe û dilê wî ji ol û xweda mabe. Evana texmînên min in, çi agahiya min di derbarê wî de nîne. Ji ber vê yekê jî rexneyên wî di derbarê bisilmana de tûj û pîj e. Lê ez jê tika dikim çi pêdivî bi van rexneya nîne. Dikare hêj siviktir bike heta qet jî dikare neke. Ev rexne çi tiştî nêne ser meriv. Ji xwe asteng kirina wî bila kes di heşê we xwe de jî derbas neke.

Lê heval di aliyê wêje û rêziman de jêhatiye. Bi ya min her kesek di çi de kêrhatî be bal û giraniya xwe bide ser wê dê çêtir be. Bi vî awayî dibe ku tirşik bigihêje meqsed û mirazê xwe.



25.04.2020 23:06 | tîrêj zana 21

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» hespêsor

Kategoriyên mijarê:: tirsik tirsik tirsik kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî