Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
erzingan - tirşik
erzingan
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. ji bajarên kûrdîstanê bajarek.lê kûrmanc û dimilî dijîn..



ew strana -bi zimanê dimilî - ser erzînganê gûhdarî bikin..



fermo;







04.02.2015 21:58 | hesen bira

2. Xwedîyê sirûsteke bêhempa ye. Mixabin ji zilm û zordariya dagirkeran zêdepariya Kurdên Erzînganê koçî Almanyayê û dewletên din yên Europî kirine, jixwe yên mayî jî zivistanê diçin bajarên wekî Stenbol, Îzmîr û bi taybetî Enqerê lê havînê çend mehan vedigerin bajarê xwe. Gelek navçeyên Erzînganê bi destê dewleta dagirker ve tijî Tirkên zêde zêde oldar û faşîst bûne. Û helbet divê em Ermenîyên hatine kuştin û yên neçar mane ku bibin Kurd an jî tirk jibîra nekin.
Erzîngan welatê Hagop Mintzurî ye, min bi saya çîrokên wî Erzîngan nas kir û paşê çûm lê gerriyam. (bnr:HagopMintzurî )



03.03.2018 00:58 ~01:02 | jifêzagorda

3. Bajarê ku ji kurdan hatî dizînê ye. Beriya şerê cihan a yekemîn, li erzinganê gelheya pirranî kurd bûye û piştî Kurda jî gelheya ermeniyan zêde bûye. Piştî şerê cihan a yekemîn ermeniyên vir yan hatine kuştin yan jî bi zorî koçberê dêrazorê kirine (tehcir). Dema şer xilas dibe kurdên koçgirî serdestiya xwe bang dikin û pişt re ev dibe serhildanek. Piştî ku serhildan têk diçe û pişt re (bnr: sovyeta erzinganê) belav dibe gundên koçgirî, dêrsim, erzinganê tên şewitandin. Gelê li vir koçberê bajarên din (zêdehî stenbol) dibin. Sala 1935 da ismet inönü rapora ku pêşkêş kiriye da (rapora kurda) behsa erzinganê wiha dike:
-Li wan û erzinganê bi lezî, deşta mûşê pêling bi pêling û deşta elezîzê komên xurt ên tirk hewceye em pêk bînin.
-Erzingan ku bibe navendekî kurd, ez ditirsim ku kurdistan ava bibe.
-Demekî kurt de ger erzingan bibe navenda kurda, ya herî dijwar em şayîş bigirin ku kurdistan ava bibe.

Derdora erzinganê jixwe tim bajar û navçeyên ji wî biçûktir pêk tên (tixumê rojhilat da erzirom heye lê dûrî erzinganê ye). Ji bajarên tirka Gümüşhane û Bayburt û navçeyên van bajaran heye, û him niha him wê demê ji erzinganê gelek biçûktir bûne. Her tim ji wan bajar û navçeyan gelek kes koçberî erzinganê bûne. Bawer im navçeya herî zêde koçber bûne jî navçeya kelkît a Gümüşhane ye. Navenda erzinganê hew qas kelkîtî heye ku êdî taxên wan bixwe heye (ne fermîtî lê nav gel da dibêjin taxa kelkîtiyan). Her wiha ji navçeyên tirka de gelek gelek kes hatine vir. Meriv li erzinganê bi hêsanî nikare yekî ji vir bibîne, kê hebe dibêje ez eslê xwe ji kelkitê me, ez eslê xwe ji bayburtê me ez eslêxwe navçeya vê derê me hwd. yên ji bajarên kurda barkirî jî hene, ji wana kesên elewî her çiqas hemû kesên ji wan rastiya xwe tam nizanibin jî zanin ku ne tirk û sunnî ne, lê kurdên sunnî (şafiî) asîmîle bûne û xwe tirk dizanin û neteweperweriya tirka dikin (taxek heye hemû eslê xwe ji bajarê agiriyê ne lê xwe tirk dizanin). Wekî din gelheyekî girîng a elewiyan li vir heye û bandora wan jî meriv hîs dike (jixwe bajar eslê xwe elewî ye, bandora vî rastiyê jî heye helbet), mînak gorî bajarekî ku bi neteweperweriya xwe tê zanîn hejmara mizgefta gelek kêm e û yê hatî çêkirin jî zêdehî ev salên dawî bi destê dewletî hatiye çêkirin. Derdora bajar dewletê derban çêkiriye (toki) taxên derdor jî zêdehî elewî (kurd) dijîn û bi wan tokiya mizgeft jî çê kiriye.
Sala 2015 da 605 malbatên tirk ku ji ûkraynayê hatin li erzinganê bicih kirin (heman salî 72 malbat jî li bidlîsê bicih kirin). 29 malbatên tirkên ahıskayê dîsa vir hatin bicih kirin. Dîsa dîrokekî din 90 malbatên ahıskayê vir hatin bicih kirin (ev 90 malbat li tokiyan hatin bicih kirin).

Wekî din bajarekî xwedî sirûstekî xweş e. Navenda bajar biçûk gelek bi pergal e (ji ber ku 2 erdhejên mezin ditî ye û nû hatiye ava kirin), kolan paqij in. Bajarekî gelek bêdeng û sakîn e. Min bajarekî neteweperwertir û kevneparêztir texmîn dikir lê wek erzirom, konya, yozgat, heta wek gelek bajarên kurda kevneparêz nîne û ez dikarim bêjim sekûler e. Gorî min ev jî mîrasa elewiya ne. Nîşeyên kurda vir xuya dike, nêzî 3 mehan ez li vir mam û 7-8 caran axaftinên kurdî (zêdehî kurmancî, çend caran zazakî) min kesên ji vir bihîst. nav esnafan cihên kurda li vir hene. Her wek tirka koçber kirî, qasî wan nebe jî ji navçeyên erzingan û dêrsimê jî kurdên koçber kirî hene. Zaningehek li vir heye û bi vî zaningehî ez dikarim bêjim piçekî hereket hatiye vir, ji ber ku gelhe hindik e û 1/4'i hejmara gelheya bajar xwendevan hatine. Nav xwendavanan jî zêdehî kurd hene. Xwendevanekî gotibû min; rojekî ez çûm marketê, min û yekî kal hinekî xeber da paşê ewî got tu ji ku derê yî min got ez ji amedê me piştî demekî ewî gotiye hûn xwendevanên kurd qeyda xwe ya adresê hildin vir û hilbijartina da reya xwe li vir bikar bînin belkî me parlamenterek ji erzinganê derxist.



28.12.2022 14:41 ~14:47 | pêşewa

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» erzingan

Kategoriyên mijarê:: cihuwar
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî