Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
endazer - tirşik
endazer
(59) (8) (1)
di mijarê de bigere

1. bi qasê ku ji sernavên vebûyîn û entryên hatîn nivîsîn dixweye nivîskarê sêyem yê vê ferhenga înteraktîv e.. ya bi xêr!*



03.06.2013 06:23 | endazer

2. gelo (bnr: endezyar) ?



03.06.2013 06:26 | brusk56

3. xêr hatiye.

wisa xuya dike ku baş jî dinivîse

bila her binivîse da em jî her bixwînin ..



03.06.2013 10:37 | brusk56

4. endazer pratîzekirina peyva endazyarê ye.. endazyar jî wekê ku malûmê herkesî ye kesê ku bi karê endaze an pîvanê ve mijûl e anku kesê ku dipîve an hesaban dike ye.. bi tirkî mühendis û bi îngîlîzî jî engineer e.. peyva erebî, tirkî û ya kurdî ji peyva endaze an hendeseyê hatiye darêjtin ku peyveke ji binemala zimanên îranî ye û muhtemelen hind û hindam û hingiya kurdî jî bi vê endaze û hendeseyê ve eleqedar e..



03.06.2013 15:44 | endazer

5. nivîskarê ku ji vir dikare were şopandin: http://pezkuviyecudi.blogspot.com/

xwediyê blogeke bi dirûşmeyek gelekî balkêş û xweşik: "go: kerengo warê te? go: ba zane.."



05.06.2013 16:42 | simurg56

6. ferhenga gotinên pêşiyan ya bi du ling e. belkî ling jî tune be tenê ferheng be jî, min nedîtiye, nizanim.



29.06.2013 23:08 | simurg56

7. dixwuye ku moderatorê sêyemîn e, ser xêrê be.



15.07.2013 20:57 | azadixwaz

8. ji bo me tirşikvanan ser xêrê be. bila tîbûn û birçîbûna me şîfa xerê be.



15.07.2013 21:59 | fizikzan

9. nivîskarê tirşikê yî wateya navê wî balkêş e û mijarek veşartî ye. em xwedîmeraq in.



18.07.2013 20:20 | berxêres

10. nivîskarê ku dibêje xwîna min ji karayılan ditevize. nizanim vêce karayılan çi kiriyê de?



09.08.2013 15:19 | reşkêşevê

11. nivîskarê ku hemberî wî berxwedanek aj daye:

(bnr: bila modetor endazer were guhertin)



12.08.2013 21:47 | simurg56

12. Bi hezaran entrî nivîsandine di ferhengê de. gelek nivîsên wî min qopî kirine, li cem xwe tomar kirine. ger di dilê meriv de hezkirina kurd û kurdistanê tune be ez bawerim meriv nikare hewqas çalak û jîr be. di gelek nivîsên wî de xîretkêşiyeke zelal dixweye. mala te ava camêro.



17.08.2013 13:00 | tivirloismail

13. ew kesê ko her tim di civata kurdan de xwediyê rêzê ye.



17.08.2013 19:46 | birahîmê mîrekî

14. (bnr: xwe bi xwe gû kirin)



18.08.2013 23:20 | brusk56

15. li cem wan li cizîrê dema yek dibêje xwîna min li filankesî ditevize tê wê wateyê ku xwîna min li wî kesî dikele an ez hej wî kesî dikim an kêfa min ji wî kesî re tê an ez di dilê xwe de ji bo wî kesî sempatiyekî xweyî dikim.. karayilan çi ji kê derxistibe ew xistiye di wî de jî..



20.08.2013 21:49 | endazer

16. ibrahim güçlü 70 salî ye, ev 25 salî. ez fêm nakim, me ev herduyan li ba hev girê nedane lê ev çawa ji hev hînî tir û fisan bûn, hê jî min fêm nekiriye, qet nebe çend qurişan bila bidinê feqîro an jî çi dizanim bila wî jî wekî "kürt aydını" di televîzyonên qehpedê de bigerînin, bila ew jî cihê tira xwe xweş bike, feqîro derbarê reşkirina nirxên kurdan de zotika xwe çirand kes jê re nabêje eferîm. lê xeta xwar ji gayê pîr e, ez ji vir gazî ibrahim güçlü dikim, xwedî li çêlika xwe derkeve

quto ragihand

stenbol



21.08.2013 22:14 | quto

17. Ez zûbizû nebêjim ba$ an jî neba$ e. Mirovekî/e jîr xuya ye. Hema çi gava ez ketime ferhengê ev nav bala min kishandiye ku hema ez li navê li bin nivîsê nenerim jî ez texmîn dikim a vî navî ye û rast jî têderdixim. efferim jêre jêhatiye.



11.09.2013 01:57 | hemdilaarda

18. merdimêko makûl o. sey nameyê xo qiseyanê xo senceno, fesilneno û dima nuseno.



12.09.2013 20:08 | kurdane

19. nivîskarê ku li meriv mereqeke bêpayan hasil dike ku bê ka ev qas nivîsa çawa dinivîse. kesekî jîr û jêhatî ye. destxweş be.



25.09.2013 00:59 | serhednişîn

20. bi kurt û kurmancîyeke rast û dirûst û fesîh dinivîse. Mirhov dibê qey, ji endazyarîyê bêhtir mamosteye kurmancî ye. gelek caran ez weke wî nafikirim lê, zehf dinivîse, xweş dinivîse camêr. bi ya min, Orîjînaltirîn nivîskarê ferhengê ye. Bi kêfxweşî wî dixwînim.



04.10.2013 14:57 | seydayê_peyvan

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» endazer

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî