Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
biwêj - tirşik
biwêj
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. gotinên qalibgirtî yên mecaz yên ku di jiyana mirovan ya rojane de şûna hind peyv û bêjeyan de tên bikaranîn.. Çendî ji hinek aliyên xwe ve bişibin “gotinên pêşiyan” jî bi çend ferq û cudatiyan ji hev û din vediqetin.. Çend cudahiyên di navbera Gotinên Pêşiyan û Biwêjan de ev in:



a- Gotinên pêşiyan ya kêma kêm ji hevokekê pêk tê; lê biwêj ne wusa ne, bi gelemperî di nav hevokekê de tê bikaranîn. Wek mînak: “Azad di neqeba çav û birhan de wenda bû.” Wek di mînakê de jî tê dîtin biwêja ku armanca vegotina wê ji bo diyarkirina demeka gelek hindik e ketiye navbera peyvên “Azad” û “wendabû”nê de.



b- Gotinên pêşiyan ji kûratiya dîrokê tên û ne diyar e ka ji aliyê kê ve hatine gotin. Ji xwe dema gotinvanê wê diyar be, ango mirov zanibe kê ew gotiye, wê demê ji hukmê “gotinên pêşiyan” derdikeve, dibe “wecîze.” Bes ev ji biwêjan re ne lê ye. Lewra di dema me de jî hin biwêjên nû derketine û diyar e ku ew biwêjana ji aliyê kê ve hatine gotin..



c- biwêj bipiranî bi raweyên dema niha tên kişandin lê gotinên pêşiyan bi raweya dema bihorî..



d- mebesta gotinên pêşiyan şîret û tembî û pêşniyar in lê ya biwêjan tenê tebîr û teswîr û texmîna şert û rewşan e..



e- gotinên pêşiyan xweyê xwe û wateyên giştî ne yanî bi serê xwe jî watedar in lê biwêj bipiranî li gorî rist û hevokên tê de biwate dibin û bi serê xwe çirr û xav û rijî ne..



19.07.2013 04:36 | endazer

2. (bnr: biwêjên kurdî)



19.07.2013 04:38 | endazer

3. yek te bipirse hevalo tu çi diki.... tu dukari biji spas ..tıştek nakim= "teqe reqa mına"



18.11.2013 00:16 | sîyabend

4. (bnr: biwêjên ne kurdî)



23.12.2014 23:28 | dijber

5. ku ziman xanî be, biwêj jî stûna wê ye, bêî stûnê xanî hildiweşe, nikare li ser piyan bisekine..

ne hewce ye pênaseke giştî bikim, jixwe li jor bi awayekî xweş hatiye veguhêztin

hem gotinên pêşiyan hem jî biwêj, jêderka axaftineke xweş û herikbar in, dema mirov hikumranê van nebe nikare pê de here û axaftna xwe bêyî terpilîn û likuminê bi dawî bike

bi taybetî jî biwêj axaftinê dewlemendtir û hêsantir dike, carinan tu rewşekê nikarî bi rûpelan qal bikî lê bi biwêjekê meseleyê safî dikî..

kêmasiya me ya herî mezin ew ku em hay ji biwêjan nîn in lewm em tucar nikarin bi awayekî baş bipeyivin û pê de herin, her gav 'ewk ewkên' me dest pê dikin û welhasil em têde dimînin û nikarin em jê derkevin, mixabin..

tabî ne bi tenê sucê me ye, mariv hem gotinên pêşiyan hem biwêjan ji zaroktî dest pê dike û hêdî hêdî fêrî wana dibe lê derfeteke me ya wehareng nîn bû beravajiya vê yekê em di dema şitlbûna xwe de çûn û bi zimanekî din perwerde bûn, ew zimanê din kuta di mêjiyê me re! lewma jî ji emreke şûnde mariv çiqas jî ber xwe bide nikare xisara zimanê din ê ku zarokiyê de şop û rêçeke berbat hêliştibû ji holê rake, paqij bike, dîsa jî berxwedan jiyan e!

û ji bo pratîzekirina karanîna biwêjan tirşik.net derfeteke mezin e, hay jê hebin û vê valahiyê dagirin..



06.03.2015 19:43 | ferhenga şikestî

6. beşa herî girîng ya zimên e.

her çiqas di hînbûna zimanan de zehmetiyên herî mezin derxîne pêşberî mirov jî, tama zimên di biwêjan de ye.

mînaka klasîk: îngîlîz ji bo barana ku weke devê meşkê tê xwarê, dibêjin "it is raining cats and dog" yanî "pisik û kuçik dibarin"



06.03.2015 20:12 | simurg56

7. (bnr: dema ereb li hirçê cemserê siwar bû)

:Em ê kengî dewlemend bibin?
:dema ku ereb li hirçê cemserê siwar bû.

Ew dem, ev dem e. Binêrin;
Here lînkê



27.09.2022 17:10 | burak derdilî

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» biwêjên îngîlîzî

Kategoriyên mijarê:: ziman zimanbiwej
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî