Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


25 mijar û 42 peyam
duçerxe

duçerxe

33. bi îngîlîzî bicycle an jî bike.
bi-cycle yanî cot-girover.

alavek ji bû çûn û hatinê ye. bi hêza piyên mirov dilive. cara ewil ji aliyê elmanek vbe hatiye çêkirin (1817). hê jî tiştekî him kêrhatî, him xwezayî, him ji bo tendûristiyê baş e û him jî êdî sporek e jî.
ji roja hatî îcatkirin, heta niha gelek guherîn û pêşvebirin tê de çêbûye bêguman. him konfor û saxlemîya wan him jî rêjeya berdarî û randimana wan zêdetir kiriye.
duçerxe bi kurtî, ji du teker, gewdeyek metal, dîreksîyon, cihê rûniştinê, zîncîra di navbera pedal û tekera paşîn û ji du frenan pêk tê.
tabî dû re gelek taybetiyên nû jî lê zêde bûne. weke mînak êdî sûspansîyon di hinek cûreyan de zarûrî ye, vîtes dîsa hema bêje di hemûyan de heye. her wiha ji bo veguhestina tiştan, sepet jî lê tên zêdekirin. ji bo ku bi şev, ji aliyê erebeyan ve were dîtin, lembe jî tên pêvekirin. ji bo ku elektrîk ji vê lembeyê re were hiulberandin, dînamo jî tên bikaranîn.

gelek cûreyên duçerxeyan hene. yên giştî; duçerxeya çiyê (mountain bike an jî mtb), duçerxeya turê, duçerxeya pêşbaziyê, duçerxeya bajêr in.
her wiha yên bmx hene ku zêdetir ji bo şovan tên bikaranîn. hinekî biçûk in. gelek cûreyên din jî hene ku ji bo qadên taybet tên bikaranîn.

parçeyên duçerxeyekê;
Here lînkê

1- îskelet (îngîlîzî: frame, tirkî;kadro, çatı)
beşa herî mezin û girîng ya duçerxeyekê ye. di performans û xuyaniya wê de rola herî mezin dilîze. bi giştî, çiqas sivik be, ewqas baş e. li gorî giraniya wan, ji zêde ber bi hindik ve wisa ye; pola/hêsin>alumînyum>tîtanyum>karbon.
yên karbon li gorî yên din gelekî bûha ne tabî. yên îdeal weke alumînyum xuya dike.
li gorî şikl û şemala xwe, ji gelek lûleyan pêk tê.

2- çetel (îngîlîzî; fork, tirkî; maşa)
parçeya ku ji dîreksîyonê destpê dike û bi îskeletê ve tê girêdan û tekerê pêşîn pêve tê girêdan.

3- rûniştek (îngîlîzî; saddle, tirkî; sele)

4- dîreksîyon (îngîlîzî; handlebar, tirkî; gidon)

5- pedal (îngîlîzî; pedal, tirkî; pedal)

6- teker (îngîlîzî; wheel, tirkî; teker)
ji lastîkên derveyîn, lastîkên hundirîn, jant, navika tekerê mîlên di navbera jant û navikê pêk tê. li gorî mezinahiya duçerxeyê, mezinahiya tekeran jî diguhere. her wiha li gorî armanca duçerxeyê, stûrahiya tekerê jî diguhere. yên zirav, bileztir in. lê li hember darbeyan ne saxlem in. ji bo asfaltê baş in lê di riyên bi kort û xendek, ne baş in. her wiha bi tekerên zirav heye ku hûn di mazgalên kanalîzasyonê de asê bimînin ;)
Here lînkê

7- vîtes (îngîlîzî; transmission, tirkî; vites)
sîstema vîtesê ji gelek parçeyan pêk tê. li pêş, girêdayî pedalê çend çerxên vîtesê hene. bi giştî 3 heb in. li navenda tekera paş jî dîsa çend çerxên vîtesê hene. weke mînak 7 an jî 10 heb. ger 10 heb bin; 3x10=30 vîtes tê gotin.
di navbera van çerxên pêş û paş de zîncîrek heye. sîstem, li gorî daxwaza ajoker, zîncîrê di navbera van çerxan de dibe û tîne.
li pêş, çerx çiqas mezin be, ajotin ewqas zehmet e lê duçerxe ewqas bilez e. li paş, (sîstem berevajî ye) çerx çiqas mezin be, ajotin ewqas hêsan e lê duçerxe hêdî hêdî diçe.
navê parçeya ku zîncîrê di navbera çerxan de tîne û dibe, bi tirkî aktarıcı bi tirkî derailleur e.
dema em biçûk bûn, me navek din bi kar dianî lê dikim nakim nayê bîra min. navek artîstîk bû.
Here lînkê

8- fren (îngîlîzî; brake, tirkî; fren)
sîstema ku duçerxeyê disekinîne. dema em zarok bûn, piranî yên me xerabe bûn. me jî şûna wêî lingê xwe dirêjî tekerê dikir û pêlava xwe bi tekerê ve dişidand. bi vî away, duçerxe disekiniya.
êdî celebên frenan jî hene;

a- v-fren û u-fren; frenên klasîk in. du destiyên frenê hene ku du parçeyên nermik/lastîk bi serê wan ve heye. dema mirov bi destê xwe frenê diguvişe, ev her du destik wan lastîkan bi jantê ve dişidîne û tekerê disekinîne.Here lînkê


b- hîdrolîk dîsk fren; di van frenan de di kabloyên frenê de şûna telan, şileya hîdrolîkê heye. dema we frenê guvaşt, hêza we bi vê avikê/şileyê tê veguhestin li destikên frenê. sîstemek moderntir e. gelek saxlemtir e û siviktir e. hinekî buhatir e.
di van frenan de li navika tekeran, dîskek mîna çerxên vîtesê hene. balatayên frenê, van dîskan dişidînin, ne jantan. (yên jantan dişidînin jî hene tabî)
Here lînkê


c- mekanîk dîsk fren; mîna hîdrolîk dîsk frenê, ev fren jî şûna jantan, dîskan dişidîne. lê di vê sîstemê de, di kabloyan de mîna v-frenan, têl hene. loma bi qasê hîdrolîkan ne saxlem û sivik in. di eslê xwe de ji herduyan jî xerabtir in.

d- kontra pedal; di van frenan de, dema mirov pedala duçerxeyê ber bi paş ve dizivirîne, tekera paşîn asê dibe û disekine. gelek bibandor e. lê zêde eyara wê tune. çawa ku we frenê girt, teker disekine. yanî şûna hêdîkirinê, rasterast disekinîne.


ev bi qasê 12 sal in ku min duçerxe neajotine. lê min beriya heftiyekê (bi alîkariya tirşikvanê rênas) ji xwe re duçerxeyek xweşik kirî. meha remezanê jî hat lê dîsa jî car caran dema derfet dibînim, derdikevim û jixwe re diajom. xwedê hez bike ez ê tevlî komeleya duçerxe û werzîşên xwezayî yên amedê jî bibim.



28.05.2017 22:50 ~23:25 | simurg56

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Nivîskarên ku eyb kirine û simurg56 bi hêrs kirine. Yên ku simurg bin ...
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1]
nefreta ku kes bi sebeba wê nizane. ên ji penaberên sûrîyeyiyan nefret...
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
belki ev jî bala te bikişînin
» duçerxeyên çerxa esirên teng

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî