Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


25 mijar û 42 peyam
xweşxwan

xweşxwan

1. ji kesên xweş dixwînin re tê gotin, peyveka têra xwe kevn e. min digot qey di dema hawar'ê hatiye çêkirin; lê niha min dît feqîyê teyran jî bikar anîye. du wateyên wê he ne:

1) kesê/a helbesta xweş dixwêne, dizane helbesta bi awayek xweş bixwêne.

2) ji cureyek helbestên wek stranî an jî sirûdî tê gotin, ku ev jî divê bi şiklekê kilamî-stranî û xweş bên xwendin.

ji bo herdu wateyan jî gelek mînak he ne:

Nalîna teyr û tiyûran
Kalîna çeng û bilûran
Xuxulîn d’qesr û qisûran
Bilbilê xweşxwan im ez

feqîyê teyran


Peyva Lyrîk şûna peyva Poetry (Helbest) jî digire. Seydayê çigerxwîn û gelek helbestvan û helbestkarên me yên berê, peyva xweşxwan bi kar tanîn, wate yê xweş dixwêne, an jî yê dengê wî xweş û xweş dibêje. Ta niha jî, li gelek deverên Kurdistanê û ji wan jî Şengal, dibêjin dengbêjan şa,ir wate helbestvan.
tengezar marînî


Îro ne roja serxweşî , îro ne roja bêhişî Roja yekîtî , dilgeşî , ya gitin û xweşxwane bes

cegerxwîn


Bi xweşxwan biqîrin dilê ateşîn
Li ser her derê al bikin baweşîn

cegerxwîn


Pir hene xweşxwan dibêjin lê ji bo dîlber dibên
Bes tu xweşxwanan dibêjî her li ser deşt û çiya

cegerxwîn


Heya sax im ez ê bêjim
Li ser we mest û hem gêj im
Bi xweşxwanê xwe Tîrêj im
Ku la hewle wela Leyla

seydayê tîrêj


Azarê me Kurdan te hilanî ji dil û can
Wek xwînê diherikî li rehan jan û xema me
Rewşen kirî tor û edeb û ristik û xweşxwan
Dengbêj distirên wan va bi awaz û meqame
Gazî te dikir gel ma nebes, ev xew û razan

hadî behlewî



09.04.2017 11:38 | xendekî

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Nivîskarên ku eyb kirine û simurg56 bi hêrs kirine. Yên ku simurg bin ...
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1]
nefreta ku kes bi sebeba wê nizane. ên ji penaberên sûrîyeyiyan nefret...
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
belki ev jî bala te bikişînin
» xweşxwan

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî