Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
însûlînoma

însûlînoma

1. [parçeyek ji mijara cerrahiya giştî]
yek ji tumorên pankreasê ne. di nav tumorên endokrîn yên pankreasê de, ya herî berbilav e. (yên din; glukagonoma, somatostatînoma, vîpoma, gastrînoma)
ev tumor ji hedê xwe zêdetir hormona însûlînê hildiberînin û berdidin nav xwînê. di encama vê nenormaliyê de, trîada whîppleê derdikeve holê;
1- di birçîbûnê de hebûna hîpoglîsemîyê û hebûna aciziyên ji ber vê rewşê (semptomatîk hîpoglîsemî)
2- di xwînê de, kêmtirî 50ê bûna asta glukozê
3- piştî dana glukozê, derbasbûna aciziyên nexweş

carina bêyî vê trîadê, nexweş carinan bêhiş dikevin, carina tenê bi xwarina tim û tim, dikarin rê li ber semptoman bigirin. semptomên gelemperî ev in; xwêdan, recifîn, dilkutina ku mirov pê bihese, nobet, şêlobûna hişê û hwd.

ji bo teşhîsê, di xwînê de asta însûlînê tê pîvan. her wiha asta c-peptîtê jî tê pîvan. her du jî zêde tên tespîtkirin. [ger c-peptît normal be, heye ku nexweş vê însûlîna zêde, ji derve standibe]

tumor di tomografîyê de tê dîtin. bi eusê jî, di derbarê de zêdetir agahî tê bidestxistin.
%90ê wan benîgn in [yanî ne hov in, kedî ne, li laşê mirovî belav nabin] û tenê yek heb in. lê heye ku di pankreasê de 2-3 an jî zêdetir heb jî hebin. (bi taybetî yên endamê men1'ê) %10ê wan malîgn e, yanî mîna kanser in.
dîsa %90ê wan şexsî ne. %10ê wan endamê komek tumoran e (men1(multiple endokrîn neoplazî)). yên endamê men1'ê xerabtir in, piranî ji yekê zêdetir in û rîska dubarekirina nexweşiyê zêdetir e.

tedawî emeliyat e. piranî tenê ew dikarin ji pankreasê werin derxistin (enûkleasyon) lê carinan (ger gelek nêzikî qenela sereke ya pankreasê(wîrsung) be weke mînak.) pêwist dibe ku beşeke pankreasê bixwe jî di emeliyatê de were derxistin. an jî temama wê. ji bo bijartia yek ji van alternatîfan, rêberê herî baş ulstrasona di emeliyatê de ye (întraoperatîf usg).



21.01.2017 18:40 ~18:40 | simurg56

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» însûlînoma

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî