Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 13 peyam
alien: resurrection

alien: resurrection

1. çaremîn fîlma rêzeya alien e.
1- alien
2- (bnr: aliens)
3- (bnr: alien³)
4- alien: resurrection

yanî fîlma dawn ya rêzê ye. lê piştî vê fîlmê rêzeya alienê û rêzeya predator dibe yek û di du fîlma jî wisa tê kişandin;

5- (bnr: avp: alien vs. predator)
6. (bnr: avpr: aliens vs predator - requiem)

senaryoya vê fîlmê zêde dûrî mantiqê bû. heçko derhêner di fîlma berî vê de biryar dabû ku rêzeyê xelas bike û paşê poşmam bûbe. ji bo bikarin fîlmek nû bikişînin, zêde zorê dane mantiqê.

ripley'a ku di fîlma berî vê de întîxar kiribû û bi vî awayî him xwe him jî fezayîya di zikê xwe de kuştibû, ji aliyê zanyaran ve tê vejandin. ji xwîna wê. erê li gorî zanistê mimkun e ku tenê ji xwîna mirov jî, cêwikê wî were çêkirin. lê ev cêwikê ku were çêkirin, tenê cêwik e. hemû taybetiyên wî/wê yên fîzîkî wê eynî bin, lê ne mimkun e ku hişa wê, bîranîn û tecrûbeyên wê werin vejandin. ji ber ku dnaya mirov li gorî serpêhatiyên mirov naguhere, rojane nabe. tiştên wisa di mejiyê de mirov de tên tomarkirin û hew. hadê ji vê re em bêjin temam. lê çawa dibe ku ev ripley'a sexte jî di zikê xwe de fezayîyek bîne. min heta niha di fîlmek bi cûreya honaka zanistî de fîşalkirinek evqas mezin nedîtibû.

ger mirov bêmantiqiyên senaryoyê dêne aliyekê, li gorî fîlma 3emîn baştir bû. lê êdî piştî fîlma 4emîn mirov jixwe gûman nake ji serkeftina ripleyê û loma sêhra efsûna fîlmên 1emîn û 2emîn tune bû.



07.01.2017 19:59 ~2018.02.04 21:22 | simurg56

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» alien: resurrection

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî