Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
newroz û serbitackirina qublenameya giyan

newroz û serbitackirina qublenameya giyan

1. helbest-pexşaneka ehmed huseynî ye, min ji dîwana wî bi xewna we pênûs dilorînim derxist û hinekî serast kir.. xwendineka xweş e:

Newroz û Serbitackirina Qublenameya Giyan!
1- Xwelibakirina Agir
Xwelibakirina te, kurrîna wêneyên bişaftî di tava hejrvê de
û biskên te stiran in, qaçax in, şewatên navdar di herikîna
xewnên te de, lêvên te yên birewa di çirisandina kenê
hîman de, di serpêhati û sawa guran de, kulîlkan bi xunava
agirînî dinuxumîne, bi ser bêdengiya çarmedor de hechecîk
û mizgênxêran dibarîne.

Te ewrên mişt hêsir dikişkişandin zeviyên çavlirêmana
sermest, fîxana te gul vedidan û roka Sîpanê xwe bi awirên
agirperestan dipêça, dûmana te dipêliya û hesreta dayikên
reşgirêdayî, xewna bapîr û şehîdan bi xwe re winda dikir. . .

Me xweliya te bi hemû hişên xwînê ezber kir. Mejîndariya
te bi çeperên matmayî parast. Me sûlavên xwe di naveroka
rengê te de, di çepkên dîroka te de hilanîn û li ser spehîbûna
sirûda oxirê, me cendek û buharên serberdayî raxistin. Me
destên xwe davêt guliyên te yên zêrînî, me dilê xwe davêt
nav guregura hewldana te û evîna çiyan xetîreyek
bêrawestan bû...

Te xwe li ba kir û şeva me bi xwekuştina pinpinîkên
xatirxwestinê dihat xemilandin. Li ser zîzbûna ebrûyên te,
li nik xwelibakirina stêrkên nûrijyayî, kerwanan bargeh û
konên reş vedigirtin.

Ji bêçarî dihingivîn bejna binefş û lalan û li toza ahengên
kevnare rast dihatin,serûkaşî rûbarên MEZOPOTAMYAyê
dibûn û diweşiyan. Mîna pelên payîzê ji dara xewnê
diweşiyan. şîniya wan heft ber bû, û ji agirê şeva pîrozwer
hesinkarekî rûbedew berbanga niştîman ya dijwar û çetin,
bi giyanê xwe re, banga wêranker û boş dipijiqand!

Ey agirên vê êvara kavilbûyî! !
Ey rojçêbûna şewata xunc û şaxan! !
Giyanpijnooo!!

Sersal e û lûtkên çiya yên payedar û xoşewîst, yên ku serê
xwe danîne ser zendê ZENDAVISTA, yên ku bi qebqeba
kewên kovandar û pirdax hatine lorandin, hêdî-hêdî xwe û
bîranînên xwe dispêrin agirgeha rokê.. Hêdî-hêdî çirên
bendîxanan vêdikevin û sîbera KAWA ji pencereya şeva
zikreş diherike, perdeyeke agirînî li tazîbûna berfê dike.
Rojeke nû tê, li tenişt berû û şengebîyan rûdinê. Agirekî
newrozî ye û bi hilperikîna sînoran gurtir dibe.

Ferhenga bendemanê bi sema û tîna govendên rengo-rengo
diqiçqiçin. Ezmanê stemkar û nijadperestan ji nû ve xweliya
êvaran werdigerîne zimanê kuştin û serjêkirina fenerên
azadî û mehrevaniyê. Xwelibakirina te şox e û di çavên te
de tovên lîlandineke bêhempa amade ye.
Li ser eniya te ey agirê dûrketî ji kezeba min, wê navên me
yên şikestî û rengtarî geşbûna xwe bidomînin.

2- Şahnaziya Avê
Di neynikên te yî şelû de, tuxmên hewara xwe vedişartin.
Nijdeyên hespan di toz û rewrewka rêçên te de, û girî û
rimbazên bînçikyayî berbendan hişyarî dilovaniyê dikin.
Şahnaziya te bi me dadibû, em tîtir dibûn û bi salan tov û
terkên xewnê tî diman. Tîna kezeba me bi lawik, xoşxwan
û dîlokan nedişkest, lê di herikîna sirûda te de, di bîntengiya
elfabeya te yî dilkêş de, di xaçerêkên xuşexuşa te yî rewan
de biyabaneke zelal û keşxe dibişkivî.

Me nimêja xwe ya dawîn, nimêja herî dirêj di hişê lavlav
û hîroyê de, li bin siya baskên FERAT kuta kiribû, em
berzûrî jena dilê te dibûn, berzûrî esmanekî dergehgirtî û
zeyzefûnên tirsyayî di lêvên te de dibûn. Me xwe davêt
pêxêra Tembûra te, zû bi zû te bi tiliyên xwe yî hinekirî
giyanê me mist dida û kenarên birêveçûna te bi derdkêşana
me yî bejindar şîn dihatin. Di xelmaşbûna çavên me de
nexşeyeke bi simbilên bêbaran, gulwazeke bengîn diteqiya.
Keskesoreke rengtûj xwe berdida hedana lerza te û di
gerdena te yî zîvîn de xwe diparast ji desthilatdarên ken û
kêfxweşiya şevbuhêrkên te, xwe çem dikir hêlîna singa te,
xwîna te dikeliya û canê te disincirî û qolinca te yî ku ji ber
termê Helebçeyê mabû, ji xwe re, ji taya çiyan re, ji
şebnema destê sibê re û ji çûkên malwêran yên bêrîkirinê
re kiribû balgeha sermedî ya ji maç û rengên qedexekirî
yên ala avê...

Ey avên vê êvara bextreş! !
Ey sorgulên vê Adara dilşikestî û radest! !
De kelekên şîniyê rawestînin.
De bedewiya avê bilivînin.
De rêberên nenas di neynikên reştariyê de, bi qurtên
ronahiya hêjayî, hînî melevaniya bêdengîya sînoran bikin !
De di sersala bîranînên malkambax de, peşkên azadiya
şepal bihingivînin mijankên Xabûr û stêrkên bizdayî
dawerivînin ji spîndarên bendemana bêol!..
Av e û bi aviya goristanên belavkirî di ser dev re çûye...
Av e û cokên poşmaniyê dizivirin himbêza umîdên serjêkirî...
Av e û pêl bi pêl xwe dighîne reva niştiman û li ser
kurtepista vê xewnê lehiya eşqê diponije, û gîhayê
jibîrkirinê zarokekî avînî û gimijîna hetavê dizê.

3- Bûyer û Rûpelên Axê
Maka te yaj i hevokên cengê, yaj i veciniqîna talan û êrîşan,
ya ku di gulîstana vê sosretê de guline birîndar û jibîrbûyî
diafirîne. Maka te û zingezinga hêz û betalyonan di bejna
te de, bejna te ya ku me bi gulwazên rengînî hûnandibû.
Ma kê em hînî stuxwariyê kirine, ma kê em ji himbêza te
ya dilovan û berfireh revandine?

Hê eşqa me pîtanokên te yên kehrebanî bi şîr venekiribûn,
hê tu di pêçeka şevên havînê de bûyî, tu di dergûşa
bîranînên pîrik û dayikên xemgîn de bûyî, "bi guhdaneke
nazenîn û bê vaj" tu bi hetava destê sibê re dikeniyayî, te
çandina mêweyên hebûna xwe di werzên Rojhilat de kuta
dikir, em jî bi bîhok û hirmiyên te, bi xwîna maka te ya
berfînî, bi rivîna gerdenîka te yî dilrevînî nehatibûn kedîkirin.

Me dilê xwe ji şûnşopa axa te guvaşt, me canê xwe li ber
gavên te vedida, lê hemû koremar û tûpişkên di bin çermê
te de, bi dilşadî, bi rojçêbûn û rojmirina me vedidan...

Me xwe newqî şîlan û sosinên te dikir, me bi hayedarî deşt,
zozan û daristanên te mist didan, me karexezalên te,
pezkûvî û keroşkên te parastin ji çavnebarbûna biyaniyan,
û tu di kulîlka emrê xwe de bûyî ey xaka kuji ber sim, dahol
û leşkerên tolaz mayî! ! .

Em.. Neviyên te yên bê nav û paşnav. Tuxmên ku di zikê
MÎDYA de hatin avdan û perwerdekirin, pîkoliyê, dîlîtiyê,
xwînmijiyê em dan ber pêlên xwe û mîna qirşikên li ber
bayê, em li ber vîzevîza axîna te serûbinî hev dibûn û mîna
qeyikan, em di lehiya gazî û hewarên te de çûn destê mirina
bê bav û dê û careke din em li dilovaniya te poşman dibûn!

Ey axa taristana kurdnas!
Ey balindeyên Newrozistanaku nayê bilêvkirin, ey çûkên
sergerdan! Ey goristanên ku di pencên axê de çavvekirî xew kirine! !
Werin! Ax e û bîna xwêdana bapîran ji awazên çiryayî difûre..
Kildankên bajar û gundan hildiperikin mij ankên westiyayî,
giriyayî ûji bazinên zemîna diltenik bêparmayî... Werin! !

Li ser bergên sotî yên vê êvara dadayî, hevdîtin ditewire,
û ji qirika vê bahozê dengê bilûra zelal û hêmin diherike.
Çar qulingên perşîrkî, bi hev re li esmanekî nûhilatî temaşe
dikin. Û bi dilsojiya stirana axê xwe dadidin asoya firînê. . .

Bi cejna arînî me serdemên te bidarvedikin û maçîkirina
hinarkên te mebesta pêdariya me bû. Jiyana me bi çemên
te dest pê dikir û hebûna te jî bi mirina me herikandina xwe berdewam dikir.

Bi tîrêjên maka te di lalbûna şevê de, me dida dû sîbera
rûmetê, û herdem desmalên şîniya te, çerxên berbadbûyî
yên ronahiya te di guldankên tenhatiyê de şîn dihatin û bi
rondikên gunehkariya bêpayan hişîn dibûn, ey axa ku por sipî kiriye ji bûyeran.

Buhara 1992
Ehmed Huseynî



26.11.2016 00:16 ~00:17 | xendekî

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» newroza 2018an
» giyan

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî