Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
bîranîn

bîranîn

2. navê straneka mem ararat e, ku doh bi tesadûfî li ser soundcloudê derket pêşiya min. stran ji bo bibîranîna hozan serhad çêkiriye ji loma navê wê bîranîn daniye. gotinên stranê biçekî ''çêkirî'' ne ya rastî ji bo bi newaya stranê re li hev bike zêde pê xebitiye û zor daye ser.
lê newa û awaza stranê gelek xweş e, û dengê mem ararat jî gelek xweş lê çûye. û xwezî dawiya stranê ew qetehelbest nexwendibûya, ji stranên ku tê de stranbêj helbestan dixwînin hez nakim.

gotinên stranê:

min dît ew çiyayên bê deng
bi dengê te bir heware
çar hêlê xwe vêxist agir
lê ew ne intîxare

qêrînên te bêhempa bû
hişbûnên te jî wisa
li gel bayê xerbî
tu xortekî kal e

lê mirin bi te şa nabe
tu maye ji sibeha

ji evînê tu qut nebûbû
û tevahiya jînê
bê te payîz xalî bû
te hêz daye vînê

min dit çiya lalek bû
tu jê re buyî hawar
bi dengê te şîn bû hêvî
rengîntir bûye bihar

qêrînên te ew zindî bû

hişyar kir ji xewa giran
bûye teyrek firî bû
venişt li bilindahiya

nexşeya evînê xem e
şopê ma li payîza
pel diweşînin loma
mizgîn dide ji bihara

dara hesretê ye dunya keko
bêyî xema stewre ew
erdnigariya şahiya wenda ye hê jî
tê gotin bi ber ava çemekî ketiye
û li qiraxa hezkirinekê şîn bûye
li deverek biyanî,lê ne gelekî dûr
dibê bi qasî mijangên xwe nêzîk
lê ew dîsa jî wendaye
ew li wir ketiye:
li ku lal bûbe çivîkek
li ku griyabe zarokek
li ku êşiya be birînek
xatirxwestinên bê wext para kê be
qêrînên herî delal yê wan e keko.

mem ararat - bîranîn:




22.11.2016 20:11 ~20:12 | endazer

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» bîranînên tirşikvanan yên dewlemendîyê

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî