Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


26 mijar û 42 peyam
ferhenga şikestî

ferhenga şikestî

143. ser xêrê îşev zewicî, niha hê jî dawet didome. wek li jor hatî gotin em pênç şeş niviskarên tirşikê li dawetê amade bûn.



dawet li eywana zewacê ya pirlanta, li eywana duyem pêk hat. ji ber ku ez hinekî zû çûm, qederekî, yanî gelekî * ewqasî li ber deriyê têketinê sekinîm. paşiyê darînê daryo hat, ew û bavê xwe pevre hatibûn ji bismilê, pê ereba xwe; em pevre li ser maseyekî rûniştin. dawet lê dida, cara ewil ez û darînê daryo pevre rabûn qederekî delîlo! reqisîn, paşê hat bîra min ku azad30 di rê de ye, ez vegeriyam ber derî, hatibû, rûniştibû; em hinekî rûniştin hersê, piştî axaftineke kurt em dîsa rabûn delîlo! reqisîn. paşê brusk56 û gelawej jî bi dorê hatin, em ba hev rûniştin; paşê em her pênç pevre rabûn delîlo! reqisîn.



ferhengo jî feqîro carna bi darê zorê carna ew û xwe diket nava dîlanê, delîlo(!) carna jî tenê tenê direqisî; kelecana wî li lingê wî dida; dîsa xweşik bû, pêşiya pora wî dîsa berbijor rast bibû, çav kildayî, bedil lê rûniştibû! ji xweşikiya wî dor negiha bûkê, min nekarî çavdêriya wê bikim!



omer faruq baranê sirûcî jî li wir bû, ew û çend hevalên wî bûn, ji dûr ve me silavek da hev, çend cara reqisî, dema xelatdayînê xelata xwe da û hat xatir xwest û çû, çû, çû û çû. lê dema stranbêj digot "apo apo apo, apê me kurda, serok û rêber birêz ocalan" devê ji kena ki guhê wî diket * heke min nezaniya ku ew talabanîcî ye min ê bigota ev camêr apocîyekê esîl e.



kola, çerez (fişteq, behîv, fisteqê binerdê) û dawiyê jî paste hat; min û xwe têr xwar.



axirê eywan hêdî hêdî vala dibû, darînê daryo divê vegeriyana bismilê, em yên mayî jî (brusk56 û gelawej hinekê din zutir derketin) pevre rabûn, me xatir ji ferhenga şikestî xwest û careke din gotiyê ser xêrê be, û em belav bûn.



24.09.2016 23:03 | xendekî

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Nivîskarên ku eyb kirine û simurg56 bi hêrs kirine. Yên ku simurg bin ...
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1]
nefreta ku kes bi sebeba wê nizane. ên ji penaberên sûrîyeyiyan nefret...
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
belki ev jî bala te bikişînin
» ferhenga şikestî
» şikestî

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî