Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


25 mijar û 33 peyam
qebehetên zaroktiya tirşikvanan

qebehetên zaroktiya tirşikvanan

12. qebehetên min hingî pirin kî qebehetek xwe bibêje yê min jî jê heye *

ez dema zarok bûm yanî 14-15 salî kasî kerekî *.. daweta apê min bû hinek turîst/xebatkarên tv'a france 4 ji firansa hatibûn tirkiyê daku belgefîlm çêbikin werhasil riya wan ketibû Kurdistanê jî.. hatin gundê me dawetê û hinek derên dîrokî dikişandin, sê çar roj ligundê me man rojek ewê biçûna camiyê kişandina belgefilmê bi domandina, ez rebenê Xwedê jî haya min ji tiştek tune gunehê min kirin sitûyê xwe.. a rastî apê min îngilîzî zanibû biwanrebû ji minre got emê herin camiyê çenteyê wan li hindire tişt bihaya kamerayên wan nebe û haya te ji çentê van hebe, yanî gotin mala me berbiroje û mifte di binê gurzê hijikadaye, her wiha bi vî awhayî mêşinê emanetî gur kirin lêxistin çûn.. herwiha ew çûn ez jî çûm hindir min got şika çi gû di çenteyê wandeye.. min çente vekir carek dît bi demetan sed dolar di çentê wandeye, tije pîl û hinek cîhaz.. min devê çentê wan girt çûm derva, min û şeytanê reben carek pereyan dîtiye êdî ji min nagere ez pê nikarim.., Herwiha em çûn min 200 dolar û Cîhazeka wan ya rojnivîskê/notgirtinê jî min digot qey telefone an translateye li ser wî navî dizî bir û bi birina vê cîhazê min malaxwe mîrat kir xwe da dest, bi dizîna pere nehisiyabûn le hefteyek şûnda gotibûn cîhaza me hinda bûye.., min jî cîhaza wan biriye ez lê dinihêrim ew limin ez nizanim bikar bînim.. min got ezê bibim bidim maliya bibêjim min li erdê dîtiye.. lê beriya wî bi pereyên wan/ji kîsê wan camêriya dikir bi termosan/tilmûzan qeşîran ji zarokan û hevalên xwere distend, bi qartona cixareya dihanî û gelek tiştên din distend dida wan rojek bi devê xwe şihitîm min ji kurê apê xwera got hal û mesele eve, yê wî jî tir di devê wîde jî nasin. dora wîbû gere biçûya ber karika neçû min wî kir nav lepê xwe ser go li hev mizda .. dema min got min cîhaz li erdê dîtiye wî jî got diziye û hewqas pere jî pêre.. werhasil wekî min lêxist wisa limin jî ket û cardin min hewqasê din jî lêxist..û bavê min pereyên wan û cîhaza wan cardin giyande wan..serê we neêşînim, niha lê dinihêrim ez dibêjim ew cêrkesan ez bûm?, min çewa li emanetê xiyanetkir? bersiva wî xwe bi pir ne mezinbûm dixapînim *



20.08.2016 22:58 | shorbevan

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
îy yo hee [2]
Strana binavûdeng a koma the cranberries e. zarok bûm. Jin...
fuckîro rebeno [2]
ez jî nizanim çi ye. min tirşikê dixwend .hema ji nişka ve hat min wek...
horhorik [1]
Tirşikvanek fantastîk e. Miqayeseya xweşikbûna memik û welatê xwe di...
memikên herî xweşik [1]
li vê cîhanê yek tişt heye ku xweştir e ji memikan ew jî welatê min ku...
canon [2]
Marqeyeke wênekêş, optîk, mekîneyên fotokopiyê ye. Li tokyo'ya...
belki ev jî bala te bikişînin
» qebehetên zaroktiya tirşikvanan

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî