1. mala seyar ya koçeran e.. mirov dikare wek karavana koçeran jî binav bike.. ji mûyê bizinan û kulka deva tê çêkirin. Ji bona çêkirina kona, berê mû şe dikin û paşê dirêsin. Piştî hingê tevnê radiçînin û her car ta yan tejeke kon çêdikin. Van tejan bi hev û din ve didirûn û bi vî awayî kon çêdibe. Piçûkî û mezinahiya kon bi hejmara tej an hejmara stûnan ve girêdayî ye: wekî konê 24 tejî an konê 6 stûnî. Koçer bi çît û perdan navberê didine kon û bi vî awayî cihê rûniştina mêr, jin, û mêvanan û herweha cihê xwarin çêkirinê ji hev û din têne cudakirin. Rengê kon bi timî reş e û her ji ber wê yekê jî jê re dibêjin reşmal.. |
|
07.09.2013 19:39 |
endazer
|
gur li serê kîjan çîya mirîye [1] |
|
xwarina herî xweş [1] |
|
gur li serê kîjan çîya mirîye [1] |
|
sallana sallana nietzsche ser avê [2] |
|
wedat aydin [1] |