1. li amedê rêzexwarinxaneyek e, li amedê du şaxên vê xwarinxaneyê hene, ez ne xeletbim li bajareke din jî şaxeka vê xwarinxaneyê heye, şaxa wan ya ewil û navendî li ofîsê ye, ya didoyê jî li dîclekentê ye, berê şaxeka wan bi navê buket a la carte li semta çamlıca, li nêzikî şaredariya bajarê mezin a amedê, li tenişta dedeman otelê (niha ev otêl jî hat girtin) hebû, lê dema pevçûnên kobaniyê agir girt vê xwarinxaneyê -hin jê dibêjin bi qest hinekan keysa xwe jê anî û agir berdayê- , dîsa li ofîsê li ser cadeya gevranê xwarinxaneyeke bi navê tatlısöz lahmacun hebÛ, digotin ew der jî ya xwediyê xwarinxwaneya buketê ye, anyway, xwediyê vê xwarinxaneyê zêde bitr û têrxwarî ne, selete û mezeyên wan nayên xwarin, bi navê seleteyê parçeyek firingiyên kerrik û xiyar dêxin nav hev de û datînin ber miştêriyan, tenê kebab û lehmecûn û pîde heye, xwarinên avî lê peyda nabin, xwarinên wan bêtehm in, kengî ez çûme vir poşman û birçî ji ser mase rabûme. |
|
21.07.2016 21:26 |
endazer
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2] |
|
şêx seîd [2] |
|
kercews [1] |
|
nexweşiya mirovê vî wextî [1] |