Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


24 mijar û 42 peyam
çîroka mihan

çîroka mihan

1. navê çîrokeke sabahattin ali ye, min wergerandibû kurdî.



Çîroka Mihan / koyun masalı



Wextekî li mêrga daristaneke bê ser û ber a tijî darên mezin, keriyeke pêz û şivanê pêz û kûçikên şivanî dijiyan.



Giyayê mêrgê her çax têr û tijî, ava di kêleka wê re diherikî boş û paqij bû; havînê hin darên pel-geş ên kerî xwe bide bin siha wan, zivistanê şkefteke xewle ya kerî ji ber sermayê xwe bide ber sitarê xweşiya keriyê timam dikir.



Lê keyfa mihan nexweş bû. Giliyên wan ji şivanî hebûn. Ev zilamê êdî tayên mûyê spî diketin nav riha wî, ji serê sibê heta êvarî li mêrgê dihênijî, car caran dest diavêt bilûra xwe lê dida, qîr dida kûçikan, dîsa dihênijî û xwe xewve dibir. Mih didotin û ya dikarî vedixwar û ya nedikarî difirot, dema dilê wî dixwest berxikek serjê dikir û dikir kebab, an jî mihek digewixand û ji bo zivistanê qelî amade dikir; mih û berxên têr-bez û qelew difirot ticarê ku du sê hefteyan carekî dihat, dûvre dîsa berê xwe dida xewa xwe û radiket. Van hemûyan dane aliyekî, mihên ku dizanîn ya bikeve nav lepê ticarî dawiya dawî wê herin ber destê qesêb, her dema ew ê çavbixwîn didîtin ji tirsa direcifîn, xwe dikirin nav hev'de, berxwedan nedihat bîra wan. Ma çi bikin? Pergala vê dinyayê wiha bû.



Lê êdî di nav mihan de hinekên bi vî îşî tênedigihan, hinekên şûna ku bi tirsa rojekî bikevin bin kêrê bijîn, dixwestin hema vî îşî ji binî ve çareser bikin, derketibûn, roj bi roj jî hejmara van zêde dibû. Mesele, dema hemû kerî di halê xwe de ji xwe re diçêre dixuya beranekî çavsorbûyî dipekiya pêş, strihên xwe li tehta eniya şivanî dida. Şivan dikete pey wî beranî û heke bi alîkariya kûçikan bigirta wilê hişk bi darekî ve girê dida û teslîmî ticarê ewil bihata bikira jî, ev rewş têra bizdandina yên din nedikir, hejmara yên digotin -Heke dawiya wê çûna ber destê qesabî be, îro jî eynî ye, sibî jî eynî ye!- û strihên xwe dadiweşandin roj bi roj zêdetir dibû.



Êêê, divê mirov hema nebêje mih e û jê nebûre. Di nav wan de jî ewqa beran ewqa mêrxas û dilêr hene. Ma ji hinga dinya ava bûyî û heta niha tevahiya mihan bi şivan û kûçikan re nejiyane! Ew jî demekî ji qesab, ji ticar, ji şivan, ji kûçik bêxeber, wan bi xwe li xwarina xwe digeriyan û didîtin, dijminên xwe bi strihên xwe bêzar dikirin û direvandin.



Lê yên çav berdayîn goştê wan ê têr-bez, yên ji şîrê wan nîvişk û penîr, ji çermê wan kurk û şekal çêdikir, beriya her tiştî bi wan dan bawerkirin ku heke bê şivan bimînin wê bibin nêçîra gur û roviyan û tena serê xwe bin wê ji nêza bimirin. Hingî ev bi vî awayî domiya êdî baweriya mihan li wan nema, ewlehiya wan bi hêza wan nema. Gotin qey şivan ji bo çavên wan ên reş û belek wan ji cinawir û dehbeyan diparêze û ji ber wê piçek giya diavêje ber wan, nedigotin ji ber goştê wan ê nerm e.



Lê wek me gotî, hêdî hêdî hişê wan dihat serê wan. Şivan jî roj bi roj xirabtir dibûn. Jixwe evê paşiyê tam zexel û arode bû. Ji bilî keyf û rihetiya xwe tişteke din nedifikirî, gava dehbe diketin nav keriyê şûna ku wek şivanên berê kopalê xwe bike destê xwe'de û kûçikan bide pey xwe û bikeve pey wan, çend mih û karik diavêtin ber wan û dixwest bela wan jixwe veke.



Rojekî di daristana kêlekê de ajalên kovî, dehbe ketin nav hev'de. Lewma wê salê zivistaneke dijwar qewimîbû, gur, hirç xwarin nedîtibûn û har bûbûn. Gava zûrîn û orîna wan, kurîna wan giha heta mêrga ku kerî lê dima lerz bi şivan û keriya wî ket. Vê çileyê, hin gurên qarik ên ji şerê di nav daristanê de birîndar bûyî û revîn an jî ên ji nêza pir hejar bûyî û nekarîn bikevin şer, xwe spartibûn qeraxa daristanê. Gava mihên ji tirsa matmayîn dîtin gotin: -Ha ev e dijminê ku diranê me bikarin tê re biçe!- û xwe ber pêşde avêtin. Lê dema devên sip û sor û diranên tûj î mezin ên dehbeyan dîtin, mihan zanî ne îşê henekan e. Kûçik jî, ji xwe re fikirîn û fêmkirin heke mih ji dest herin ew ê jî birçî bimînin, xwe jêhatî kirin; hemûyan tevde êrîşî guran kir. Beranan serê xwe tewandin û bi strihên (qiloçên) xwe yên stûr berê xwe dan dehbeyan, kûçikan jî têra xwe kirin hew hew û deng derxistin. Gurên ku jixwe ji nêza nedikarîn li ser çar lingên xwe bisekinin paşpaşkî bazdan daristanê, yên din bêruh bûn û ketin erdê.



Di vê navberê de şivanê ku ji qula xwe veşartî derket û kopalê xwe virvirand û dîsa xwest were ser keriyê pêz, hingî mihan hişê xwe dan serê xwe. Qesab, ticar anîn bîra xwe. Kûçikan jî biryar dan xwe ji kopalê wî rizgar bikin û bi mihan re pevre bimînin. Hemû tevde bi ser şivanî de hatin. Şivanê tirsonek reviya û bi xurtî ji mirinê filitî, careke din jî li wan deran nexuya.



Ji vê pevçûnê bêhtir kûçik ser ketibûn. Hem kelaşên gurên li mêrgê, hem pênc-deh mihên bi wan guran re şer kirîn û mirîn têra dilê xwe xwarin û têr bûbûn. Ji keyfa dûvê xwe dihejandin û bi zimanê xwe yê sor û dirêj xwe dialastin û li derdorê digeriyan, bi gotina -We dît, me hûn ji guran jî ji şivanî jî rizgar kir!- forsa xwe diavêtin mihan. Hingî wext derbas bû pozê wan bilindtir bû; tu nabêjî ya ku kûçik dikir kûçik tirsa şivanî bû, dema bê şivan man ji şivên xirabtir bûn. Hingî kirin hew hew bêhtir heyranê dengê xwe bûn, bi gotina -Dengê ku xîretê dide mihan û tirsê dike dilê guran û wan dide revandin ev deng e!- zûrîna xwe her zêdetir kirin. Serde jî kurmê mezinatiyê ketibû nav dilê wan: ji ber ku digotin qey bi hewtîna xwe sê çar dehbe dane revandin, bawer dikirin ku ew ne ji kûçikên rêzê ne, bi gotina -Kûçik çi ye? Ma eslê me jî ne gur e?- pesnê xwe didan.



Hêdî hêdî ev dilwasî diket nava hişê hemûyan. Êdî ji jor ve li mihan dinêrîn. Carekî tama goştê wan standibûn, tama goştê mihan ji bîra wan dernediket; ji ber wê êdî berxikên di qulik û milikan de digirtin parçe parçe dikirin û dixwarin, heta kar kirin êrîşî hin mihên têr-goşt ên ji keriyê piçekî dûr diketin bikin. Bi gotina -Lehengên weke me yên eslê wan li ser daristanan hikum kirî çawa wê weke rebenan notirvaniya mihan bikin?- di nava xwe de behsa heyfa xwe dikirin, dixwestin wek berê vegerin rojên xwe yên mirêsdar û mihteşem ên li daristana hov.



Hingî di çavên xwe de xwe bilind kirin, mih hêj bêhtir kêm didîtin. Ew tenê mehlûqên goştê wan bê xwarin û şîrê wan bê dotin in.



Digotin: -Heke em nehewtin û xîretê nedin van gêjikan, nikarin strihên xwe jî bikar bînin. Di vê daristana mezin a rex me de gurên ji tovê me, heta ew wawikên bêkêr hukm dikin, derdorê xir û xopan û talan dikin, vêca em li vê mêrgê weke berxikan bijîn şerm e, gelek şerm e...-



Xilasbûna ji kûçikan wek xilasbûna şivanî ne hêsan bû. Hem hejmara van pir bû, hem dinanên wan tûj bûn. Tew vêca xirecirek, pevçûnek derketa ji xwe re firsend didîtin û sê çar mih parçe parçe dikirin. Ji ber vê mihan ji xwe re digot, dawiya vê wê çawa çêbe? bi vî awayî dilreht disekinîn, wek kişkirina şivanî, kişkirina kûçikan jî çi dikirin çi nedikirin di çavên xwe de nedidîtin. Lê dawiya dawî van kûçikan hem xwe hem jî mih avêtin nava êgir; rojekî, êdî hew sebir kirin û biryar dan ku daristanê vegirin. Ji ber ku dizanîn tenê nikarin zeft bikin û vegirin mih jî dane pêşiya xwe:



Gotin: -Hûn ê bi strihên xwe bikevin ser rê, yên derkevin pêşiya we hûn ê biperçiqînin, em ê jî li dora we bidin ber qîran, cesaretê bidin we û em ê dijminan bibizdênin!- Yên nexêriya vê seferê derpêş kirin û xwestin tevlî nebin, bi gotina -Nemerd, tirsonek, reben, xayîn! Tu ne layîqî bi kûçikên weke me yên xwîna wan xwîna guran a esîl e, bijî!- û parçe parçe kirin û... weke dehbeyan ketin ser'de û xwarin.



Lê hêj di nav deviyên li qeraxa daristanê de, gur, hirç, piling heta heftar û wawikên ji çar alî ve êrîşî keriyê kirin û di demeke kurt de kerî perîşan kirin. Hewtîna kûçikan hîna negihayî serê daran xeniqî, xwîna germ a mihan di nav pelçimên ziwa yên li erdê de zûzûka winda bû.



Çar pênc berxik û mihên ji ber nexweşî an jî pîriyê nekarîn tevlî seferê bibin, di şkefta li qeraxa mêrgê de xwe kiribûn nav hev, guhdariya dengên tijî-êş ên ji daristanê dihatin, qarqarên diltezîn, hewtînên bêhêvî dikirin, ji tirsa dilerizîn, dihejikîn. Dema deng qut bûn li rûyê hev meyzandin, fêmkirin ka çi hat serê kûçikên çûyîn daristanê vegirin û mihên bi zora wan dayî dûv wan. Ji nav wan du beranên pîr, hêdî hêdî rêve çûn ber devê şkeftê, xwe nêzîkî herdu kûçikên seqet ên ji bo wan disekinîn kirin, strihên xwe yên hîna hêza xwe tam winda nekirî, nava zikê herdu kûçikên heyirîmayî li wan dinêrîn re kirin û heta robarê jêr firandin. Dûvre zivirîn pişt xwe û ji berxikên di şkeftê de re gotin:



-Li vê dinyayê mirov dikariya bê şivan jî, bê kûçik jî bijî. Lê ji bo fêmkirina vê heke em her carî evqas qurbanên bixwîn bidin wê nifşê me pir zû winda bibe. Qe'nebe hûn çavên xwe bel bikin û bila pêşdetir ev kûçik ji nû ve nebin bela serê we, jixwe heke ev kûçikên virrek ên xwe gur dihesibînin bibin bela serê we, hêj kerî di nav lepên dehbeyan de neperitandîn berê xwe bidin ka hûn ê çawa wan biqewirînin.-



1946

Sabahattin Ali

Wergêr: Rênas Xendekî



*Hênijîn: rewşa di navbera şiyarbûn û xewê de.

*Gewixandin: serjêkirin, fetisandin.

*Diltezîn: dilşewat.

*Hejikîn: hejîn, vehejîn.



08.07.2016 09:52 ~10:00 | xendekî

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
duayên kurdî [1]
Xwedê te hidayet bike Xwedê rêya rast ber te xe Xwedê te nexe ber ...
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1]
nefreta ku zêdebûna wê digihîje tenê cîhekî: hêsanî. hêsanî bi hêz...
femonasyonalîzm [1]
li ewropayê salên dawî fikreke nû şîn bû. Navê wê femonasyonalîzm e. E...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Nivîskarên ku eyb kirine û simurg56 bi hêrs kirine. Yên ku simurg bin ...
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1]
nefreta ku kes bi sebeba wê nizane. ên ji penaberên sûrîyeyiyan nefret...
belki ev jî bala te bikişînin
» çîroka masîgir

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî