Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
pokémon go

pokémon go

1. lîstik, îro di firoşgehên ios û androidê de cihê xwe girtiye. ji navê lîstikê jî xuya dibe ku naveroka vê li ser pokemonê ye. lê bi saya taybetiyeke xwe ve ji hemû lîstikên din cihe dibe. lîstik, xwedî taybetiyê augmented reality e, ango rastîtiya zêdekirî. ango kêrî çi tê? kêrî vê tiştê tê, êdî em li ser telefonên xwe li her derê dinyayê dikarin pokémon bigrin, perwerde bikin, bidin şer kirin hwd. di navbera me û pokémonan de têkiliyeke taybet çêbe, bi temamî ne hestî lê têkiliya me bi wan re taybet be.



pokémon go çawa tê lîstin?



ewilîn, bi riya înternetê ji firoşgehê ios an jî androidê lîstikê daxînin. lîstik, bêyî internet nayê lîstin. piştî saz bûnê, lîstik ji we xwesteka bijartina pokémonekî bike, ji we re -qasî ku ez zanim- sê heb vebijêrk nîşan bide û hûn jî li gor dilê xwe ji wan yekî hilbijêrin. hûn êdî ji bo lîstînê amade ne. pişt re derkevin derva û ji xwe re li sûk û kolanan dest bi meşê bikin, di mal de jî dişuxile lê pokémonên we li malê bi pokémonên çend kesî re şer bike, bide û bistîne? lîstik belkî li behrê û li ezmana jî bişuxile lê bawer nakim ji ber ku çêkerên lîstikê bi google mapsê re sêwirîne. ango li ser rûyê erdê li gor nexşeyên googlê tije pokémon e, ma jixwe erd têrî we kir, hûn ji behr û ezmanê man?! de êdî hûn jixwe çar pênç ling bavêjin lîstik ji we re bi raya deng û lerizînê bide zanîn ku li derdora we çend heb pokémon heye. hûn hemû pokémonên ku li derdora we heyî nikarin bigrin. hûn tenê li gor radeyê xwe pokémonê ku qîma yê we bike bikaribin bigrin. hûn pokémonê xwe, yê radeya ji ê we bilindtir re bidin şer kirin dê hûn pê bigrin. ku vê tiştê, yên ku xezefîlmên pokémonê temaşe kiribin jixwe dizanin, êdî hûn zanin. lîstik kurt û kurtasî bi vî awayî didome.



min gava ku pikaçuyî hilbijart, li hemberî min serî hilda:



Here lînkê



zarokên kurdan êdî ji leşker û polêsên tirkan re kevir neavêjin; li ser wana pokémonên kevirî berdin: (bnr: zarokên ku kevir diavêjin)



Here lînkê



vîdeoya danasînê:







06.07.2016 22:52 ~2016.07.07 15:37 | remlavêj

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» pokémon go

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî