Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
papa francis

papa francis

1. papayê cîhana katolîkan e. çend meh berê çubû nigên penaberan şuştubû û ne derew be, maçî kiribû. di nav wan penaberan de misilman û jin jî hebûn û ev tevgera wê li nav dîroka dêra katolîkan nayê dîtin. (heta li dîroka misilmanan û ti dînên din jî) papa, bi gotinên xwe yên qala doktrîn û polîtîkayên dêrê ya bo hevzayendîtî û kurtajê ve ev demeke dirêj e li nav nîqaşan cihê xwe giritye. lê bi qasî van gotinên wî, nêrînên wî yên qala penaberî û şerê, ked û xebatên merivan, mafên jin û zarokan ji aliyê gelek kesan ve tê pîrozkirin. reformîstekî gelek mezin e li nav dêrê. bifikirin, êdî jin wê karibin bibin papaz û psîkopoz... em hîn li nîqaşa hebûna jinan a li mizgeftê ne. tew meleyekê jin! *



nayê bîra min lînka nûçeyê lê tiştekî wanî gotibû: em katolîk, malbatek gelek mezin in lê heger dengê me ji bo berhemandin û firotina tifingan dernekeve, girîngiya pirbûna malbata me ne tu tiştekî ye!



yên bala xwe didinê îlahiyatê, dê zanibin, di bingeha xwe de xirîstiyanî tenê li ser hêmana "hez"ê ye. heta hevalê min îlahiyatnas î bawerhişk gotibû: ev çi dîn e, divêt dîn hinekî li ser tirsê be jî lê xirîstiyan î hema bi hez û hez bike û hez dikim dixwaze bigihije ku derê?!



lê helbet guherandin û tevlîkirin û derxistinên peyvên/ayetên încîlê û armancên dêrê ya di qada hêzê de hêmana "hez"ê lawaz kiriye. bi prensîbî gotinên papa francisî rast in. lê em qala 2000 sal dikin û dema martin luther ji zû ve buye yek ji rûpelên dîrokê. gunehên dêra katolîk pir in. pir, gelek pir in. gelo bi lêborînxwestin û efukirinê wê kêm bibe? nizanim. bira katolîkan bifikre û biponije. *



vaye li vir nivîsekê heye:

Here lînkê



01.07.2016 23:19 ~23:34 | biruya hayao miyazaki

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» papaxana ku bê zar û bê ziman mayî
» francisco goya

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî