Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
ji tirşikê veqetîn

ji tirşikê veqetîn

1. eger moderatorên tirşîkÊ şertek ne deyne bo uslûbê peyaman êdî rê NAMÎNE ku ez li tirşîk ê BİMÎNİM. wekî hun dizanin di tirşîkê de tu sînorek tune ku rê li ber nivîsên ku nav de heqeret, sucê nefretÊ, SİXÊF kirin hwd hebe bigire. di gelek mijaran de wek sîyasî, dînî, civakî gelek nivîsên ku dilê mirovÊ ji tirşîkê sar dikin heye. hinek kes qalîte û kemiLîBÛNA tirşîkÊ Bİ RÎYA peyam û parvekirinên bêedebî, sûtarîTî kêm dike û xirab dike.



pêla herî dawî jî di bin mijara islamofobîkên ku ji dengê banga şerîf aciz dibin de ji alîyê biruya hayao miyazakî ve di peyama 11. ande bi parvekirina vîdeoYEKê ve derket holê ku tÊ da dema ku dîndarek hetta dev jî dîndarîyê berdin însanek normal ku jî temaşe bike dilê wî/ê reş dibe ji tirşîkÊ sar dibe. yanî ê willah heya dijminekê îslamê jî tiştek wiha parvenake. çi ravekirina parvekirina wê vîdeoyÊ nîne.



bi van bêedebîyan tirşîk jî êdî buye weke ferhengÊn tirkî ku di gelek peyaman de nifir, heqeret, sucê netretê heye dijminatîya her cure nirxekê bi rêya heqeretAN TÊ dîyar kirin, sixêfên herî pîs jî bê şerm û fedî tê nivîsin hetta weke youtube hatîye ku tê da teqez di bin her mijarek kurdî de faşîstek tê sixêfA KURDA dide. kesÊN ku wan bêedebîyÊ dikin wek ergen ek ku sucÊ nefretÊ dike ye , nefreta dİLê XWE bi rîya parvekirin û peyamÊn tije heqeret aşkîra dike.



Bİ KURT Û kurmancî eger pêşî xwedîyê peyama ku min behs kir wÊ peyama xwe jênebe û lêborînê nexwaze, moderator jî di peyaman de sixêf kirin, heqeret kirin anjî peyamÊN KU tê da sûcê nefretê hebe qedexe neke êdî ez tirşîkê namînim.



23.06.2016 11:31 ~11:42 | azad30

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» tirşikê bixwin lê nebin tirşikçî
» veqetîn

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî