Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
ji bo hezkirîtiyê profîla di hişê tirşikvanan de

ji bo hezkirîtiyê profîla di hişê tirşikvanan de

1. ewilnîşe: ez li ser sernavê fikirîm û min ev sernav baştir dît.



ew profîl e ku mirov li gorî wê ji hinekan hez dike û dixwaze bi wan re bibe hezkirî/dilgirtî/dergîstî êdî hûn jê re dibêjin çi. Mînak kesek ji jinên porkur hez dike lê ji bo ku bixwaze bi wan jinan re dest bi têkiliyekê bike, dê li hin taybetmendiyên wan jinan binere. Mesela gihîstîbûn, axivîna xweş, jidilbûn filan filan û bêvan... Ev taybetmendiyên ku tên xwestin bi gelemperî ne pêkan in lê dîsa jî mirov dikare ji hinekan tavîz bike. Bi vî awayî xwestekên herî pêkan dimînin û dibêje temam e ev jin/mêr tam li gorî min e.



madem min mijar vekir. ez ewil hinekî qala profîla ku dixwazim bikim. Ji ber ku mijar tenê profîl e, ez ê qala tiştekî din nekim..

1. divê gihîştî be: yanî divê bizanibe ku çi baş e, çi nebaş e, divê mirov li ser çi bipeyive, li ser çi nepeyive û hwd. ev taybetmendî ji derve weke taybetmendiyeke hêsan xuya dike lê ev di jiyana rasteqîn de ne wiha ye. hin mirov hene ku bûne 30 salî lê hîn nebûye 20 salî û ligel vê mînakê jin mirov jî hene ku di 20 saliya xwe de weke 30 salî ne.

2. divê polîtîk be: ev mijareke hinekî tevlihev e. qesta min a polîtîkbûnê ew e ku divê li hember ev zilm û zordariyên ku li ber çavên me tên kirin bikaribe bisekine. Tevlibûna mîtîngekê, meşekê, nîqaşekê bes e ji bo polîtîkbûnê. Ji bo min mirovên saf-apolîtîk ji mirovahiyê ketine.

3. divê jidil û durist be: ji bo min jidilbûn û duristbûn ji eşqê jî ji seksê jî girîngtir e. Ligel ku îmana min ji derewan dihere, dixwazim îmana hevala min jî ji derewan here. Jidilbûn jî ne ew pêşkêşiya qaşo-jidilbûnê ye..

4. divê şêrîn be: Xweşikbûnek zêde ne şert e lê şêrînbûn pir û pir girîng e. Di vê navberê de îmana min ji pozbilindan jî diçe.

5. divê ne hesûd/dexes be: Hesûdî jiyana mirov diherimîne dike ziqqûm, tu nikarî li derve bi rihetî gavekî bavêjî.

6. divê ne fêhmkor be: Divê mirov bikaribe pê re bipeyive. Ravekirina vê taybetmendiyê hew ev e.

7. divê şêwazeke wê ya xweş hebe: Ez difikirim ku şêwaşa min baş e di nîqaşan de. Lê dema ku ya/yê li hember ba'rîn/qêrîn bike, çend têlên min kêm dibin, dîn dibim. Bila sakîn be, bikaribe guhdar bike!

8. divê ne kîndar be Ku kîndar be, jihevveqetîn pêkan nabe. Dixwazim ku piştî veqetînê jî em bikaribin bibin heval. Ku sedemên veqetînê ji holê rabe, dibe ku dîsa dest pê bike.

9. paşgotin: Ev taybetmendî li gorî min pêkan in.



Dawînîşe: ji kerema xwe re qariş min nedin. bihêrs im. ji aciziyê min ev hemû nivîsandin....



sererastkirin: "a"yek lê zêde bû..

lêzêdekirin: ev mijar mijareke wiha ye ku herkes dikarin tê de binivîsin. Min tenê ji bo xwe venekir. îro dîsa weke klîşeyekê ev mijar di navbera min û hevalê min de vebû, me dîsa weke herkesî xwestekên xwe ji hev re gotin. îşev hate bîra min û min mijar vekir. Tu derdê min û eyarkirina jinekê ji vir tune ye. Bila di dilê tu kesî de pîsîtî tune be. Ku hûn wiha fikirîbin, xêra xwe hinekî li ser başbûna xwe bifikirin û xwe sererast bikin!



22.04.2016 01:04 ~01:22 | mergehez

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» hişê giştî yê çêkirî

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî