Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


37 mijar û 59 peyam
zeitgeist

zeitgeist

2. Rihê zemên , rihê wext, rihê demê. hegel ev wate navdeng kirîye . Berî hegel jî ev wate hebû, lê bi wî meşhur bû. Peyre navê zeitgeist lê kirine. Felsefeyeke pir girîng dihewînî. Heqîqeteke wisaye kû divê hemû cûreyên zanyarî, wêje, peyivandin, jîyîn , rabûn û rûniştin . . . Werhasil çi hebê li gorî vê felsefeyê bi rêk û pêk bibin.



Rihê zemên, her demek li gorî şert û mercên xwe tiştên lazim dîyar dike. Heke tişekî pêdivî hebê, çarneçar wê derkevê holê û geş bibe. Mînak cûreyeke felsefê, avabûna dewletekê, pêşketina gel'ekî, çêbûna îdeolojîyekê, keşfa tiştan, zanyarî. . .



Zeitgeist wekî avûhewa ye( îklîm, demsal). divê di payîzî de pel biweşin, divê berf di zivistanê de bibarê, divê di beharê de giya şîn bibe... ji bo kû ev tişt li gorî vê avhewayê tenê ne. Ger avhewa biguherê şert û merc jî diguherin, tiştên tên hewandin jî diguherin .



Mînak , Einstein divê di sedsala 20. De ew fikrên xwe gotibana. Di Rihê zemênde (zeitgeist) şertne wisa çêbûne kû divê ev fikir geş bibin. Berî Einstein jî ev fikir hatibûn gotin . (Tayy-i zaman, bast-i zaman). Lê, li gorî zeitgeistê , dem ne musait bû ji bo van fikran.



mirov kurê zemên e.



Berî niha Jinan nikarîbû şal li xwe bikin, avhewa destûr nedida. Îro li gorî rihê zemên divê hinek pîrek şal li xwe bikin.



Divê pkk di wextê xwe de derketibana. Di wextê dewleta osmanî de pkk divè derneketibana. An jî derketibane jî geş nedibû.



Divê olê îslamê berî niha 1400 salî li arabîstanê derketibana. Divê nikarîbana koletîyê rakê. Ji bo ku ev tiş li dijî rihê zemên e. Koletî pêdivîyeke zeitgeistê bu, ne pêdivîya îslamê ye



Hekê mirov analîzeke baş bike karê li pêşerojê gavên rast bavêjê. Mesela, Zuckerberg gaveke li gorî pêşerojê avêt û facebook ava kir.



Serkeftin di xwendina rihê zemên {zeitgeist} de ye.



18.04.2016 22:23 ~2016.04.19 02:29 | gumgumok

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
belki ev jî bala te bikişînin
» zeitgeist

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî