Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


25 mijar û 43 peyam
gaspar noé

gaspar noé

2. derhênerê bi fîlmên xwe bi meriv, "wey te di min niyo!" dide gotin. Fîlma wî ya love bi sahneyên xwe yên rasteqîn yê hevşabûnê meriv ecêb dihêle. bi fîlma xwe ya i stand alone (bi navê orjînal: seul contre tous ) min bi qoltixa min ve zeliqand, gulpegulpa dilê min rê neda min ku heta fîlm biqede û balyozê gaspar noé li nava serê min û baweriyên min bikeve ez ji cihê xwe tevdim. i stand alone tiştek wehşane ye. lehengê fîlmê bavê xwe di dema şer de wenda kiriye û qet wî nas nekiri ye. di temamiya emrê xwe de di nav tenêtiyê de giviziye. Piştî li otêleke xoşewîsta xwe ji keçkaniyê dixe ji toximên ku bera nava wê daye keçikek bê ziman jê re dibe, lê xoşewîsta wî, ew diterikîne. Dest bi karê goştkariyê dike. Rojek ku keça wî bi nexweşê jintiyê dikeve û bo xwîna ji nav ranên wê herikiye nîşanê bavê xwe bide ber bi dikanê ve diçe, di rêde mêrek dixwaze ders dirêjî wê bike. Ku bavê keçikê -ku serlehengê fîlmê ye, ji bîra nekin- bi kêra xwe ya goştê heywanan ji hevda dixist, Îja li mêrikê diweşîne. Bi vê bûyerê dikeve hepsê. Ku ji hepsê derdikeve keça wî dane "yurdê." keçek barmen ku navê wê Lille ye jê hemîle dimîne û bi wê re li mala diya wî bicîh dibin. Herçiqas ji Lille hez nekejî bo ji wî re dikanek goştkariyê veke neçare ku pê re bijî. Di şerek de pitika xwe ya di zikê diya xwe de bi kulm û peyînan dikuje û cardin berê xwe dizvirîne parîsa xwe ku dostên wî yên xizan li wir dijîn. tenê dostê wî çeka di ber wî de maye û dixwaze bi wÊ çekê edelatê nîşanê dewlemendan bide. ber bi dawiya fîlmê de jiyana wî serobin dibe. di heman odeya otelê ku diya keça xwe ji keçkaniyê xistibû, di nava ratî û xeyalê de keça xwe jî ji keçkaniyê dixe, an jî min wisa fam kir.



çûyîn û hatina qamerayê xof dixe nava meriv. meriv nikare di cihê xwe de bisekine. divê beriya fîlm dest pê bike temaşevan hemû nirxên xwe raxe ber xwe, ka di dawiya fîlmê de em kîjan digrin cardin. Bersiv; ne yekî jî.







08.04.2016 14:24 ~14:26 | xewnname

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
duayên kurdî [1]
Xwedê te hidayet bike Xwedê rêya rast ber te xe Xwedê te nexe ber ...
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1]
nefreta ku zêdebûna wê digihîje tenê cîhekî: hêsanî. hêsanî bi hêz...
femonasyonalîzm [1]
li ewropayê salên dawî fikreke nû şîn bû. Navê wê femonasyonalîzm e. E...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Nivîskarên ku eyb kirine û simurg56 bi hêrs kirine. Yên ku simurg bin ...
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1]
nefreta ku kes bi sebeba wê nizane. ên ji penaberên sûrîyeyiyan nefret...
belki ev jî bala te bikişînin
» gaspar noé

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî