Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
teoriya werarê

teoriya werarê

17. teoriyek li dijî matematîkê ye. matematîk, heta jê tê diqîre ku ev teorî bi vî halê xwe ne pêkan e. ez ê gavek din behsa vê rastiyê bikim.

lê pêşîn em behsa werara mirovatiyê bikin. li jor hatiye gotin ku werara mirovan ne ji meymûnên niha çêbûye û loma jixwe meymûnên niha nikare ber bi mirovatiyê ve veguherin. erê rast e. lê me vê mînakê ji bo berhevdana mirovan û nifşan herî nêzikî wê, da.

li gorî werarê, meymûnên îroyîn û mirov ji yek peşiyê hevpar pêk hatine. li gorî vê yekê ev pêşiyê hevpar tabî divê li gorî mirovan nifşek gelek paşdemayî be. ji ber ku ew niha najî em nikarin analîza dna'ya wê bikin lê ger di destê me de hebûya, ji ber ku li gorî mirovan û meymûnên niha ajalek gelek prîmîtîf e; wê jixwe ji meymûnên niha jî zêdetir dûrî mirovan be û wê demê wê îhtîmala ku me li jor hesab kiribû hê zehmettir bibe. yanî ev bersiv tu tiştî zelal nake.



û min hê jî bersiva pirsa xwe nestandiye. min gotibû ger di navbera mirovan û pêşiyê wê yê meymûn de 10 cinsên navberê hebin... li jor behsa 10 naberan hatiye kirin ku werarparêzan tenê bi çend hestiyan û xeyalên xwe navan li wan kirine û gorî keyfa xwe lîsteya rêzkirinê çêkirine. gelek caran piştî dehsalan derketiye holê ku ev nifşên ku qaşo nifşên navberê ne di eslê xwe de tiştek din e û werarparêzan ji ber pêşqebûlên xwe wan zûzûka kirina lîsteya xwe ya nifşên navberê. heta carina fosîlên ku weke nifşên navberê hatine nîşandan, paşê hatiye dîtin ku di eslê xwe de îro jî dijîn li ser dinyayê. ev jî nîşana wê ye ku qet nebe hınek werarparêz ji bo ku teoriya xwe rizgar bikin, bi zanebûn an jî ji ber pêş-qebûlên xwe beralîkirinên wisa dike. lê belê em van hemûyan qebûl bikin jî;

min hê jî bersiva pirsa xwe ya li jor nestandiye; ger ew fosîlên ku weke nifşên navberê tên nîşandan ne aîdê cûreyek meymûnan be, ne aîdê çend ajalên nexweş, bianomalî an jî hwd. be û bi rastî jî nifşên navberê bin jî û ger di navbera mirov û meymûnan de 10 nifş hebin; çima %80ê fosîlan ne ev nifşên lê tenê çend hebin? (ku ev rêje li gorî hejmara nofşên navberê dibe ku pêwist e %99.9 fîlan be)



me behsa matematîk û werarê kir. di dinyayê de belkî tu teoriyek din ev qas ne dijî matematîkê be. parêzerên vê teroyê her tim behsa guherînên biçûk dikin û dibêjin ev dibin sedema werarê. lê tu wê bêjî qey ev guherîn malê bavê wan e ku her roj biyolojiya canberan diguherînin û tu tişt bi wan nayê. ji bo ku guherînek çêbe, divê hêzek tevlî karê biyolojiya canberê bike. piranî jî ev hêz tiştên mîna radyasyon û kimyewiyan tiştên bizerar in. lê dîsa jî me qebûl e. em binêrin ka guherînek biçûk, tenê proteîneke laşê mirov çawa dikare bi tesaadûfî pêk were.

li jor hatiye gotin ku li gorî matematîkê tiştek pêkan be, wê ev yek pêk were. erê rast e. lê mixabin li gorî matematîkê, çêbûnê nifşên nû û canberan dênin aliyekê, jixweber pêkhatina proteînek tenê jî ne pêkan e. îhtîmala wê 0 e. (bi nivîskî sifir). werin em hesab bikin çima;

- mînaka me proteîna albûmîn e. ev proteîn di piraniya ajalên bimemik û mirovan de heye. vê gavê hûn herin kîjan nexweşxaneyê hûn dikarin bi hêsanî peyda bikin. ev albûmîn proteînek navincî ye. ne pir dirêj e ne jî pir kin e. me loma wê bijart.

malzemeyên me yên ji bo hesabê;

1- albûmîn ji 584 amînoasîdan pêk tê. Here lînkê

2- di xwezayê de 20 heb amînoasît hene.

3- amînoasîd bi dû cûre ne: yên destçep û yên destrast (left handed/right handed) (di laşê mirovan de yên destçep tên bikaranîn yên din kêr nayên)

4- ji bo pêkhatina proteînan, divê ev amînoasîd bi girêdana peptîd pêk were. lê di navbera amînoasîdan de tekane girêdan ne ev e. ger du amînoasîd werin cem hev îhtîmal heye ku girêdanên din jî çêbe. îhtîmala çêbûna vê girêdanê jî bi qasê %50 e.

5- temenê gerdûnê 15 milyar sal e. yanî 15 x 10^9 x 365 x 24 x 60 x 60 = 473.040.000.000.000.000 saniye. (nêzikî 10^18 saniye)

6- di gerdûnê (hemû feza, hemû gerdûna ku tê zanîn) de tê texmînkirin ku bi qasê 10^80 heb atom hene. Here lînkê



hadê em hesabê bikin;

îhtîmala ku proteîna albûmînê bi tesadûfî pêk were ev e:

îhtîmala destçep-bûna 584 amînoasîdan= 2^-584 yanî nêzikî 10^-175

îhtîmala çêbûna girêdana peptîd ya dı navbera 584 aminoasidan de: 2^^-584 yanî nêzikî 10^-175

îhtimala rast rêzbûna 584 amînoasîdan=2 x 20^-584 yanî nêzikî 10^-759



yanî îhtîmala ku proteîna albûmînê jixweber pêk were = 10^1109 e. li gorî matematîkê piştî 10^-50ê, êdî weke sifir tê hesibandin. lê em dîsa jî wisa nekin û berdewam bikin;



di gerdûnê de her atom bibe amînoasîdek û ji destpêka gerdûnê, ji roja big bangê heta niha her saniye pêkanîna vê amînoasîdê biceribîne, dikare 10^80 x 10^18= 10^98 ceribandinan bike. ev tê wateyê her atoma di vê gerdûnê de bi dil û can hewl bide proteînek wisa pêk bîne, dîsa jî nikare.

bihêlin karîna vê gerdûnê, li gorîî vê hesabê bi katrilyonan gerdûn jî biceribînin dîsa nikarin. (katrilyonek gerdûn dikare tenê 10^98 x 10^15 = 10^113 ceribandinan bike)



bi kurt û kurî, hemû dinya, hemû feza û gerdûn amînoasîd bûna û ji destpêka big bangê heta niha her saniye hewl bidana ku proteînek pêk bînin, wê dîsa jî nekarîna.



05.04.2016 17:29 ~17:41 | simurg56

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol