Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 11 peyam
qêrîn

qêrîn

2. yek ji wêneyên herî navdar yên dinyayê ye.

ji aliyê munch ve hatiye afirandin.

di rojnivîska xwe de munch wisa nivîsandiye;

"êvarekê ez li ser riyekê dimeşiyam, bajar li aliyekê bû kendav li aliyê din. min xwe nexweş û westiyayî hîs dikir. ez sekinîm û min li ava kendavê nêrî -roj diçû ava, û ewr ber bi sorbûnê ve diçûn. min ji nav xwezayê qêrînek hîs kir; min wisa zen kir ku min vê qêrînê bihîst. min vê wêneyê xêz kir, ewran bi rengê xwînê boyax kir. reng qêriyan. ev bû "The Scream"(Qêrîn)"



munch paşê vê bîranina xwe weke helbest jî nivîsandiye. bi peyvên cûda, behsa heman hest û bûyerê kiriye.



di eslê xwe de navê orjînal/ewil ya wêneyê jî jixwe the scream of nature (qêrîna xwezayê) bûye.



wêne ev e: Here lînkê



ev wêne di sala 2004an de ji mûzeyê hatibû dizîn lê paşê di salan 2006an de dîsa hat dîtin. ji ber ecêbiya xwe û hêsaniya xêzkirina xetên wê û belkî ji ber gelek tiştên din gelek popûler bûye.

rêz-fîlma screamê jî îlhama xwe ji vê wêneyê standibû. maskeya di wê fîlmê de: Here lînkê



di malpera koma rockurdê de hinek wêne hebûn ku min wan li beşa me ya capsan jî bar kriibû. di nav wan wêneyan de jî 2 heb hene ku dema wan dibînim ev wêne tê bîra min:

1: Here lînkê

2: Here lînkê



26.03.2016 11:38 ~11:40 | simurg56

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» qêrîn

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî