Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
nîstagmus

nîstagmus

1. nexeşiyeke çavê ye. cûreyeke şaşîtîyê ye.

di vê nexweşiyê de dema mirov berê bîbikên çavên xwe bide aliyekê, bîbikên çavên mirov nikare li wir bisekine, her ku mirov dide zorê bîbik paşve gav diavêje. ji ber vê yekê bibika çavê mirov ber bi wî alî ve direcife. û ji ber vê yekê her du çav nikarin li ser objeyekê bigihin hev û dîmenek net derxin holê. lê piraniya van nexweşan problemên gelek mezin najîn di dîtinê de. ji bo başkirina dîtinê, lens jî dikarin werin bikaranîn.



sedema vê nexweşiyê ew e ku dema derê mirov nezivire alîyekê jî, mejiyê mirov dibêje qeyserê mirov ber bi aliyekê ve dizivire û loma ferman dide çavê mirov ku ew jî ber bi wî alî ve bizivire. (jixweber hişyarkirina kanalên semîsîrkuler)



sedemên wê yên cûrebûr hene: xeletiyên konjenîtal (xeletiyên di pêvajoya zikê diya xwe de)(%80), nexweşiyên sîstema sînîran, jehrîbûn, hinek derman, albînîzîm, katarakta konjenîtal û alkol. li gorî jinan, di mêran de hema bêje 2 qet zêdetir tê dîtin. ger nîstagmus piştî emrekê nû derekeve holê divê mirov lêkolîna wê bike ji ber ku dibe ku îşareta tumorek be jî. weke din travma jî dikare bibe sedem.



carinan nîstagmus û vertîgo bi hev re tên dîtin. ji bo saxkirina wê êdî hinek derman hene. nexweşî di çend hezar mirovan da carek tê dîtin. zêde ne berbilav e. car caran haya nexweşan ji nexweşiya xwe jî tune.



18.03.2016 18:46 | simurg56

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» nîstagmus

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî