Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


26 mijar û 43 peyam
nivîskarên ku bi kurdî ji bo tirkan dinivisînin

nivîskarên ku bi kurdî ji bo tirkan dinivisînin

1. Firat Cewerî yek ji mînakên herî baş e. Nivîskarê me yê gewre di romana xwe ya "ez ê yekî bikujim" de lehengekî ku di pazdeh sal di hepsê de razayî û her tim çêrî gelê xwe dide derdixe pêşiya me. di beşek din de nivîskarekî kurd ê ku li ewrûpayê dijî derdixe pêşiya me. bûyera herî sansasyonel ew e ku jineke kurd li ewrûpayê beşdarê gerîllayan dibe û dawiyê de dibe qehpik.

derdê nivîskar bi temamî ev e ku bibe mehmed uzun'ê duyem. kîtêba xwe ji bo bê wergerandin nivîsandiye û xwestiye dilê xwînerên xwe yê tirk xweş bike. di kîtêbê de leşkerên tirk gerillaya jin digirin lê bêyî ku tu xerabî bikin dihêlin bireve, qoricî jî bêyî ku tu tişt bikin wê dibin didin destê hinekan. gerillayeke jin bê girtin û di bajarê amedê de şeş mehan qehpiktî bike û biçe ji mişteriyên xwe re lavayî bike da ku wê ji vê rêya xerab xelas kin; ew fanteziyek çawa ye? tecawiz û êş û kuştin. kurdbûn û wêje li hêlek din; hem bi nêrînek post-kolonyal hem bi nêrînek femînîst honandinek rezîl e. tu eleqeya çîrokê bi jiyana kurdan û kurdistanê re tune ye. hemû lehengên kîtêbê bêyî ku rexne li dewleta dagirker bigrin hew ji gelê xwe nefret dikin. çi şoreşvanê di hepsê de razayî, çi nivîskarê sirgûnî, çi qehpik be.

û di hemû rojnameyên tirkan de jî bêhsa camêr dikin jixwe. bi xêra abîdîn parilti ji qontenjana apan ew qas pesnê wî tê dayîn herhal.



27.01.2016 00:37 | roza

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Nivîskarên ku eyb kirine û simurg56 bi hêrs kirine. Yên ku simurg bin ...
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1]
nefreta ku kes bi sebeba wê nizane. ên ji penaberên sûrîyeyiyan nefret...
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
belki ev jî bala te bikişînin
» nivîskarên nemir
» kurdî
» tirkan şoray

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî