Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
george orwell

george orwell

1. nivîskarê di sala 1903'yê de li eyaleta bengalê ya hindîstanê li bajarê montihari xwedê dayî ye. piştî ku bi malbata xwe re vegeriya ingîlîstanê xwendina xwe li eton collegeê domand. navê wî yê rast eric arthur e, di navbera salên 1922-27'ê de wek polîsê împaratoriyê yê hindîstanê kar kir. lê belê piştî rûyê rast ê împaratoriyê dît ji karê xwe istîfa kir. di sala 1936'ê de bi pirtûka xwe ya bi navê "shooting an elephant" (kuştina fîlekî), ji ceribandinên wî yên tê de tevgerên karmendên mêtingehê rexne dikir pêk hatiye. nêzîkî dawiya şerê cîhanê yê duyem pirtûka xwe ya bi navê çewlika heywanan nivîsî û di vê pirtûka xwe de bi awayek tûj rejîma stalîn rexne kir. pirtûka wî ya herî bi nav û deng 1984 e, romaneke ji cureya -xeyalê zanistî- ye û di vî warî de bûye yek ji klasîkan, bi vê romana xwe george orwell cîhana nûjen protesto dike. bi pirtûka xwe ya bi navê burmese days (rojên bûrmeseyê) cara ewil behsa mêtingeriya ingîlîstanê ya li bûrmeseyê (myanmar) kiriye. george orwell di sala 1950'ê de li londonê mir.



heta niha du pirtûkên wî bo kurmancî hatine wergerandin. bo wê;

(bnr: george orwellê kurmanc)



roman:

1934 – Burmese Days

1935 – A Clergyman's Daughter

1936 – Keep the Aspidistra Flying

1939 – Coming Up for Air

1945 – Animal Farm çewlika heywanan

1949 – Nineteen Eighty-Four 1984



berhemên zanistî (nonfiction)

1933 – Down and Out in Paris and London

1937 – The Road to Wigan Pier

1938 – Homage to Catalonia



13.01.2016 00:19 ~00:29 | xendekî

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» george granville barker

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî