Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


32 mijar û 52 peyam
hacî qadirê koyî

hacî qadirê koyî

1. "Hecî Qadirê Koyî

Hecî Qadirê Koyî (1816-1897) helbestvanekî kurd e.

Hacî Qadirê Koyî helbestvan û bîrewerekî netewperwerî kurd bû, di sala 1816an de li gundê Gorqereç ku dikeve başûrê rojavayê bajarê Koyê ji dayikbûye. Navê wî Qadir yan 'Evdilqadirê kurê mela Salih kurê mela Ehmedê Gewre ye. Hacî Qadir hec nekiriye, ango neçûye hecê, ji ber ku di meha haciyan de ji dayikbûye hê ji biçûkanî jê re digotin Hacî Qadir. Hê zaro bû bavê wî dimire, di 7 saliya wî de dayika wî, wî li ba Mela Ehmedê ku kurxalê wîye, datîne ber xwendinê, piştî 2 salê din ku dayika wî ji dimire, kurxalê wî, wî bixwedî dike. Duvra li cihê curbecûr li bajarên mîna; Serdeşt, Sablax û Şino, xwendina xwe didomîne û di sala 1862 an de îcazeya xwe ya 12 îlmî werdigire û vedigerê bajarê xwe Koyê.

Hacî Qadirê Koyî Xani'yê duyem e. Ew jî weke Xanî bi derdê miletê xwe dişewitî. Şi'r û qesîdeyên wî tev de li ser milet û welêt in.

Çend helbestên Hacî Qadir di sala 1925an de li Bexdayê di bin navê Komele şi'rên Hacî Qadirê Koyî de hatine çapkirin. Di wê komelê de biserhatiya Hacî jî gotine. Li gora wê komelê Hacî Qadir kurê Mela Ehmed e, di gundê Gorqeraçê de ji diya xwe bûye, û ji eşîra Zengenê ye. Lê ji ber ko di zarotiya xwe de guhastiye Koyeyê navê "koyî" pê ve bûye.

Hacî jî weke Nalî û Şêx Riza çûye Stenbolê û ketiye civata edîb û şahirên Stenbolê. Ji şahirên wê heyamê pirê wan farisiya xwe li ber destên Hacî xwendine.

Hacî dîwaneke mezin heye an hebû. Min dîwana wî dîtiye; bi destnîviseke hûr qederê 800 rûpel hebû. Hacî ji dîwana xwe du nisxe nivîsandî bûn; heke nisxeke wê tirkan şewitandiye heye ko nisxa din rojekê bikeve destên me.

Hacî di sala 1897ê li Stenbolê çûye rehmetê. Dibe ku li Skûdarê di Goristana Qerece-Ehmed de veşartî ye.



27.08.2013 15:17 | newenda

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik agahdarî [1]
Silav tirşikvanên hêja, Di demeke kin de versiyona nû (v3.0) wê wer...
tirşik v3.0 [1]
ka ez jî agahdariyeke bidim) slav tirşikanên hêja, mergehez malper...
tehdîdên kurdî [2]
Ezê te li berekê(kevir) ve vedim, Ezê lingê te bişkênim, Were meydan...
horhorik [2]
Tirşikvanek fantastîk e. Miqayeseya xweşikbûna memik û welatê xwe di...
toksîkolojî [1]
Zanista ku bi jehr, jehrêketin, antîdot û dermankirina jehrêke...
belki ev jî bala te bikişînin
» hacî mûsa

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî