Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    22 mijar û 33 peyam
    vê firqetê ebter kirin

    vê firqetê ebter kirin

    1. navê helbesteka melayê cizîrîye feryad ji destê firqetê jî tê gotin ji helbestêre. helbesta ednan kerîm beşek jê kirîye stranek xweş.. helbest eve:





    Vê Firqetê Ebter Kirîn



    firqetê ebter kirîn

    feryad ji destê firqetê

    Jar û de'îf û zer kirîn

    Feryad ji destê firqetê



    Pir zer kirîn wek zêr-i mam

    çehvên di lutfê pîr-i mam

    Daim li rê çavnêr-i mam

    Feryad ji destê firqetê



    çavnêrê reftar te bûm

    muştaqê gulzara te bûm

    Lew dûr ji dîdara te bûm

    Feryad ji destê firqetê



    Dûr bûm ji wê reft û çunê

    Wan 'işweyan guft û kenê

    Nayê bi çehvan min dinê

    Feryad ji destê firqetê



    Dinya bi min mij bû û xemam

    Xew jî li çehvanê min heram

    'Umrek bi vî halê he mam

    Feryad ji destê firqetê



    Sa'et li min têk sal-i bûn

    Daim li ser dest fal-i bûn

    Herfên dihatin dal-i bûn

    Feryad ji destê firqetê



    îro tinê derhat elîf

    Me'ne diçû bejna şerîf

    Ya xare lê kemxe û qedîf

    Feryad ji destê firqetê



    Vê firqetê pir dil şewand

    cerhên qedîm dîsa kewand

    şîşên di sor tê da tewand

    Feryad ji destê firqetê



    Daxên me dîsa reş kirin

    Yek yek ji nû ateş kirin

    Lê zêde penc û şeş kirin

    Feryad ji destê firqetê



    sewda û sews û gêj kirim

    Pir her di dil xwînrêj kirim

    çendan we bûm lê hêj kirim

    Feryad ji destê firqetê



    Bi l-lah ji nale w zariyan

    gezmên di wan xummariyan

    Xew nakirîn şevtariyan

    Feryad ji destê firqetê



    şev bû dinê çeşmê me da

    hetta beşîrmizgînî da

    Dê bê seher şahê geda

    Feryad ji destê firqetê



    Mizgîn ko da min ev qeder

    Rûhê şirîn min hate ser

    xeylek li min ron bûn beşer

    Feryad ji destê firqetê



    Ron bû bi dîdara te dil

    xerqê enwarê te dil

    Naret ji ferwarê te dil

    Feryad ji destê firqetê



    Minnet me dildarê xwe dî

    Dîsa ji nû yarê xwe dî

    Sultan û xundkarê xwe dî

    Feryad ji destê firqetê



    Reşkagulê sinbil çevîn

    Minnet me dîsa xem revîn

    Nû bûn li dil hubb û evîn

    Feryad ji destê firqetê



    Derdê xedar bêm firqet e

    Firqet ji can pir zehmet e

    Ya sehl ko 'aşiq rih dite

    Feryad ji destê firqetê



    Narê firaq û sohtinê

    Êşa xedengê nuhtinê

    Pirs kin ji 'uşşaqan tinê

    Feryad ji destê firqetê



    'Aşiq ew in her dimirin

    çend yek di remzên dilber in

    Keybir li dil min bihtir in

    Feryad ji destê firqetê



    Ya reb bi dîdara xwe kî

    Min waşilê yarê xwe kî

    Bes şohtiyê narê xwe kî

    Feryad ji destê firqetê



    Me j’ dostê satek dûr nekî

    perkende û mehcûr nekî

    Dîsa ji nû dil hûr nekî

    Feryad ji destê firqetê



    Xaka riya dilber Mela

    Bikşîn di çehvan wek cila

    Dîdarê qismet bû hela

    Feryad ji destê firqetê



    helbest: melayê cizîrî

    çavkanî/amadekarî: asoya helbesta kurdî



    2015.12.22-12:48 ~18:26]| shorbevan

    Hemûyan Bixwîne

    Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
    Ezê herim nav bexçê gûlan- Erdewan Zaxoyî
    ...
    xemakê [6]
    Nivîskara di vê peyamêde shorbevan/130819 hizkirina xwe piçek be jî jiminre ...
    github [1]
    Localizations file bo kurdish heya roja îro têneketiye github, ew peld...
    17.06.2021 li îzmîrê êrîşa terorî ya li dijî hdpyê [2]
    Bûyera ku îro bajarê ko ez tê de dijîm pêk hatîye. Heyf û xebîneta wê...
    tirşik.net [1]
    Fikrên minên li alîyê pêşerojên tirşik.netê ; Paş 9 rojan ezmûna têke...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » vegannazîzîm
    » ebter
    » kirînên ji înternetê

    Kategoriyên mijarê::
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî