Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


14 mijar û 24 peyam
koreya bakur

koreya bakur

3. Di şerê duyemîn ê cihanê de sovyetan û çînê nikaribû ji bo wê tiştekî bike lê piştî ku şer qediya hinekî bêhna xwe vedan, êdî ketin nav koreyê.

Li aliyekî sovyet û çîn li aliyê din dya japonya û hezar dewletên din ên kapîtalîst. Serokê artêşa koreyiyên komunîst dibe koreyiyekî ku milîtanê û xebatkarê sovyetê bû. Jixwe mao jî xebatkarekî sovyetê bû û bi saya sovyetê çîn ji zilma japonyayê xilas bibû.yanî hemû hevalên hev bûn. Lê vê yekê bêjim, wê çaxê stalîn hebû û ev du kes jî wexta stalîn bûne serok.

Ewil hêzên sosyalîst piraniya xaka koreyê bi dest dixin paşê hêzên kapîtalîst piraniyê bi dest dixin paşê dîsa yên sosyalîst bi pêş ve diherin û ji nêvî bêtir bi dest dixin. Lê paşê, herî dawîn tixûbek di nava koreyê de tê avakirin. Tixûbeke xwar e. Li jor koreya bakur û li jêr koreya başûr. Bakur sosyalîst, Başûr kapîtalîst.

Heta niha ew xebatkarê sovyetê, kurê wî û neviyê wî bûne serokên bakur. Lê mixabin rêveberiya ku dihate xwestin îro tune ye û bi fikra sosyalîstiya yekdewletî dewleta xwe bi rê ve dibin.

Artêşa wê weke artêşên dewletên din ên sosyalîst ji gel pêk tê. Hejmareke diyar çalak e lê hejmara din a ku pir zêde ye neçalak e. Heke ku şerek dest pê bike, ên neçalak dê bibin çalak.

Ji ber ku niha dewletên serdest hemû kapîtalîst in ambargoyekê li ser vê dewletê dimeşînin. Hema kengî qala koreya bakur bibe, em dibihîzin ku tiştekî tewş/nebaş/qirêj kiriye lê ez bawer nakim ku dewleteke bi vî rengî xerab be.



16.08.2015 13:36 | mergehez

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Raffî Mardoyan - fatima salih axa

...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2]
Li pey Xeyalekê Her caran bo te hewil didim Helbestên pes...
şêx seîd [2]
Şêx Seîd, Şêx Muhemmed Seîdê Neqşîbendî an jî (stur: Ş...
kercews [1]
Ji midyadê veqetiyaye dûre jî búye Navçeya batmanê. Ne şaş bim Navê xw...
nexweşiya mirovê vî wextî [1]
Ji hal û rewşa xwe ne kêfxweş in. Berê hewqas nexweşî, şer, feqîrî, be...
belki ev jî bala te bikişînin
» koreya bakur
» bakur.nekure1

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî