Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 11 peyam
bro omerî

bro omerî

6. nivîskarê van herdu pirtûkan a

(bnr: rewşa welêt) - weşanxaneya avesta

(bnr: carekê ji caran) - weşanxaneya avesta



strana jan arslan a keça perî jî helbesteka bro omerî ye.



ji nûçeyeka rewanbej'ê jiyana wî:

Bro Omerî kî ye?



Bro Omerî 28ê Tebaxa 1942yan li nisêbînê, li gundê Çalê ji dayîk bû. Gava salên 1944-48an malbata wî hate koçberkirin, Brahîm û hin kesên din ên ji malbatê ji bo neyên koçberkirin çûn Sûrî. Piştî ku sala 1948an malbat ji koçberiye vegeriya, zarokên ku çûbûn Sûrî vegeriyan û gihîştin malbata xwe. Salên 1952-53yan li gundê Cibilgiravê dest bi dibistanê kir.



Sala 1957-58an jî dest bi dibistana navîn a Nisêbînê kir. Piştî ku li Lîseya Mêrdînê polê 1. û 2. xwend, pola 3. li Lîseya Lawan a Edeneyê xwend. 21ê Hezîrana 1969an ji Zanîngeha Stembolê Fakulteya Tibê mezûn bû. Îbrahîm Yildirim ê ku bijîşkê ewil e ji Nisêbînê derketiye, midurtiya tenduristxaneya 3. a Meraşê û cîgiriya, midurtiya tendûristiyê ya wilayetê kir.



Sala 1974an li Nexweşxaneya Şişli Etfal a Stembolê li beşa Cerahiya Giştî dest bi perwerdehiya pisporiye kir. Sala 1978an mezun bû û heman salê li Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê dest bi wezîfeyê kir. Heta sala 1980yî Serbijîşkiya Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê û Midurtiya Tendirustiya Wilayetê ya Mêrdînê kir.



Di derba lêşkerî ya 12ê Îlona 1980yî de hat binçavkirin, paşê ji sirgûnî Nexweşxaneya Dewletê ya Sînopê bû. Piştî ku 2 mehan kar kir ji wezîfeya xwe îstifa kir û li Qoser û Mêrdînê wekî bijîşkê serbest karê xwe berdewam kir. Sala 1991ê dîsa bi awayekî fermî li Nexweşxaneya Qoserê dest bi kar kir. Sala 1996an çû Nexweşxaneya Dewletê ya Mersînê. Îlona 2002ya teqawîd bû û li Nisêbîne bi cîh bû.



Di gelek rojname û kovaran (Rewşen, Welat, Nûbihar, Dengê Azadî, Ronahî, Nûdem, Avaşîn, Jiyana Rewşen, Welatê Me, Azadiya Welat) de bi navê Bro Omerî helbestê û nivîsên wî hatin weşandin. Bro Omerî di 4ê çileya 2007an de li Nisêbînê ji ber nexweşiya dil çû ser dilovaniya xwedê.



28.05.2015 21:30 ~2015.07.10 00:33 | xendekî

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» bro

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî