Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


26 mijar û 43 peyam
endezyariya kombersê

endezyariya kombersê

3. karê min e û herwiha karekî pîroz e.
têkildariya endazyariya kombersê bi gelemperî li ser nivîsbarî(software), bernamesazî û algoritmayê ye. endazyariya kombersê û zanistiyên kombersê du mijarên eleqedarî hev in. di perwerdehiya endazyariya kombersê de gelek caran qala zanistiyên kombersê tê kirin lê belê du tiştên ji hev cuda ne. ferqên di navbera wan de divê di mijareke din de bên rave kirin. ez dixwazim hinekî qala dîroka endazyariya kombersê, waneyên wê yên perwerdehiyê, armancên wê û karên endazyarên kombersê bikim.
derketina holê ya kombersê (êdî ji bo sed carî nenivîsim ezê wisa binivîsim: e.k.) bi zimanên bernamesaziyê dest pê dike. ji ber ku bê yî pergala şixulandinê(operating system) kombers nikare bişuxile û dîsa bê yî zimanê bernamesazkirinê pergala şixulandinê nikare bişixule, diviya ewila ewil zimanekî bernamesaziyÊ bihata afirandin. ji bo kombersê zimanê bernamesaziyê lazim e û dîsa ji bo zimanê bernamesaziyê kombers lazim e. ji ber ku kombers tune bû. zanyaran algoritma dinivîsandin. tabî ev zanyar ji çend kesan bêtir nebûn. algoritmaya ewil a ku ji bo li kombersÊ bÊ sepandin, ji aliyê jinekê hatiye nivîsandin. wê vê yekê jî weke hobiyekê kiriye. ji bo bêtir agahî bnr: ada lovelace.(lê algorîtmaya wê qet li kombersê nehat sepandin) li gorî van algoritmayan çîp mîp tev li hev anîtin û kombersa ewil amade kirin. navê wê jî eniac bû. her çiqas berî wê gelek amûrên elektronîk hatibe çêkirin jî eniac bavê kombersên aniha ye.
e.k. gelekî berî çêkirina kombersê dest pê dike. weke ku min li jor jî got. bi algoritma û fikirînan e.k. derketiye holê. di sedsala 20. de bi pêş ketiye. kombersên nûjen, endezyariya nûjen gewz bûye. di vê sedsalê de gelek zanyaran li ser vê teknolojiyê xebitîne lê yê herî girîng em dikarin bêjin alan turing e. lewra bi dîtin û fikirînên xwe lezîne pêşketinê rakiriye. (di mijara alan turing de min hinekî qalê kir).
e.k. piştî ku li dinê hat bihîstin û haya qelkê bi girîngiya wê çêbû, êdî di zaningehan de beşa wê hat vekirin. di serî de navê wê zanîna kombersê bû lê ji ber ku ev nav wê beşê baş pênase nedikir navÊ kirin endezyariya kombersê. ji ber ku di vê beşê de waneyên li ser hişkalavan jî hene, beşek din hat avakirin û navê wê kirin endezyariya nivîsbariyê. waneyên e.k. dibe ku li zaningehên din bi navê cuda tên dayîn lê hemû heman tiştî perwerde dikin. çend waneyên li zaningeha min ev in(tenê yên ku eleqedarî beşê ne): algorîtma û bernamenûsî, automata theory, digital computer design, destrec structures, data structures, introduction to computer science, programming language, software engineering, web services, bernamenûsiya webê, operating systems, embedded systems, data mining, database management...
armanca vê beşê pêşxistina zanistên kombersê û teknolojiyê ye. endezyarek dikare xwe di van beşan de bi pêş bixe bibe xwedî karekî baş: grafîk, nivîsbarî, hişkalav.. grafîk jî dikeve nivîsbariyê lê ji ber ku ew jî bûye tiştekî mezin, min wê cuda nivîsand. karên ku endezyarên kombersê dikarin pir zêde ne lewra ez ê çend heban binivîsim:
- dikare di şîrketeke taybet a nivîsbariyê de bixebite û di projeyan de cih bigire,
- dikare di banqeyan de karê ewlehî, nivîsbariyê bike,
- dikare xwe di grafîkê de bi pêş bixe û di sînemayê de an jî di gelek cihên din de anîmatoriyê bike,
- dikare xwe di malpersaziyê de bi pêş bixe û bi pereyekî xweş malperan saz bike,
- dikare xwe di hişkalavê de bi Pêş bixe û di şîrketên weke acer, asus, lenovo, sony, apple'ê de karekî xweş û bipere bike,
- dikare ji xwe re şîrketekê ava bike û li gorî dilê xwe bixebite,
- dikare ji bo tevgerê bixebite û kêmasiya teknolojiyê ya kurdistanê hinekî be jî siviktir bike...



20.04.2015 01:31 ~2017.01.03 09:57 | mergehez

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene