Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
rader

rader

2. Mastar e. Di kurdî raderên weke -tin, -din, -în, -an

-andin Hene. Wekî xwes-tin, xwen-din, rev-în, kol-an, nivîs-andin... Gava ku wekî navekî tê bikaranîn divaye ku mirov bi forma raderî bi kar bîne. Rader ne tenê ev in, ji bo ku mirov ji navdêran (xweş, delal, mezin filan û bêvan) lêkeran ava bike lêkerên ku him forma wana gerguhêz û him jî forma wana negerguhêz heye jî dikarin bibin rader wekî kirin û bûnê, ketin û xistinê, çûn û birinê, hatin û anînê, mirin û kuştinê ku tenê lêkera "dan"ê hevala wê tune( belkî heye lê nehat hişê min) lê ew jî dikeve vê komê... Evên han Him dibin rader û him jî dibin lêkerên alîkar û Ev lêker lêkerên zewicandî ne û dilê lêkerên dinê ji hesûdiyê çirandine. Çawa yanî? Mesela em lêkera ketinê hildin destên xwe ;

"Ez ketim"

lê gava mirov bixwaze yekî " bide ketandin"(ev form xelet e ji bo hun fehm bikin min bi kar anî) mirov dibêje;

"min xist". mirov nikare bêje "min ketand" ji xwe kes bi vî rengî bi kar jî nayîne. Herwekî mirov nikare bêje;

Min çûyand( ya rast "min bir")

Min hatand( ya rast "min anî")

Min bûyand( ya rast "min kir")

digel vê taybetiya xwe em mînakên raderiyê jî bidin ku ji xwe hun tev zanin û bi kar tînin;

"Mezin" nav e lê bi alîkariya lêkerên kirin û bûnê( ku di vir de him dibinnalîkar û him jî dibin rader) " mezin kirin" û "mezin bûn" û herwekî;

"paş xistin" û paş ketin"

Û wisa wisa...

Ji bo lêkerên ku him gerguhêz û him negerguhêz mînakên din...

Vekirin û vebûn

Vêxistin û vêketin

Pêxistin û pêketin

Jêxistin û jêketin

Derxistin û derketin

Serxistin û serketin

Binxistin û binketin

Jêçûn û jêbirin

Têkçûn û têkbirin

Vemirin û vekuştin

Û hê pir in. lêkerên han çiqas pir bin kurdî ewqas bi hêsanî pêşde diçe. Serê Vê sibê nizanim çawa ketim vê mijarê ez jî nizanim û ger ku xeletiyên min hebin, min rast bikin.





02.04.2015 07:31 ~2015.09.16 23:04 | ceso

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» rader, lêker û navdêr

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî