7. bastîq navê şêrabiyek herêma xelfetî ye û ji ava kelandî ya tirîyan tê çêkirin. Çêkirina bastêqê karekî gelek bi zehmet e. Ji komkirina tiriyan heta qeşartina bastêq gelek gav pêwîst in. Berî her tiştî tiriyê ku di bax û baxçeyan de di mehên îlonê de têne qutkirin. Torbeyên ku avê berdidin derve bi ew tiriyên qutkirî tên tijîkirin. Di pişt re meriv pê li wan torbeyan dike da ku ava tiriyan jê derkeve, ew av jî piştî tê fîltrekirin di zarikên mezin de tê komkirin. Binê zarik agir pê dixin da ku av bikele û bitemize. Da ku zûtir bitemize kef tê dayîn. Dema ku av kefdan dibe zarik ji agirê tê rakirin, ji ber ku heger ava tiriyê ne kefdan be wê bastêq şêrîn nabe û dirdirkî dibe. |
|
19.03.2015 21:13 |
remlavêj
![]() |
![]() |
kemalîzm [3] |
![]() |
jibîrkirin [1] |
![]() |
tirşik mobîl [2] |
![]() |
tirşik mobîl [1] |
![]() |
mijara wergera kurdî ya fîlman ya li ekşisozlukê [13] |