10. werger ji çend stûnên bingehîn ên wêje û ziman yek e. bi wergerê di nav gel û çandên cuda de têkilî û agahdariyên civakî, polîtîk, çandî, felsefe, ziman û yên etîkî çêdibin. komunîkasyon pêk tên, zanîn û agahdarî bêtir û xurt dibin. derî û pencereyên şopandinê li ber xwendevan vedibin ku ji derî civak, çand û wêjeya xwe, yên gelên din jî bibînin, binasin û kelk û çej ji wan bigirin. ji aliyê din ve werger gencîniya hejmar û wateya gotin, termînolojî û têgehên ziman geş, xweş û dewlementir dike. du ziman û çanda dide berhev. ji zimanê din gelek peyv û terman werdigire, li hember wan yên nû dibîne an jî diafirîne. herweha hejmara peyvên ferhengê zêde dike. çarçova ziman fireh dike û bi pêş dixe. kirasê teng diçirîne. dest bi dirûtina kirasekî firehtir, gulgulîtir, rengîntir û xweşiktir dike. |
|
19.03.2015 20:59 |
remlavêj
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2] |
|
şêx seîd [2] |
|
kercews [1] |
|
nexweşiya mirovê vî wextî [1] |