Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
nazım hikmet ran

nazım hikmet ran

16. nivîsareke nazim hikmetê a li ser kurdan



''piraniyeke girîng a neteweyê kurd, ê xwedî dîrok û çandekê ku qirnên wan digihên kurahiyên sedsalan, di parçekê anadoluyê de dijî. neteweyê kurd, neteweyê tirkê ku di parçeyên dinên anadoluyê de dijî (ji xwe re) bira dihesibîne. Her du netewe, di împaratoriya osmanî de, ku wekî hemû împaratoriyan zîndana gelan bû, li zîncîrên giranên derebegên Tirk û Kurd û yên îdara împaratoriya Osmanî hatine xistin. Piştî hilweşandina împaratoriya Osmanî jî her du netewe yek cepheyek danîne, li dijî emperyalîzmê şer kirine. Tevgera rizgariya neteweyî ya Anadoluyê ne tenê ji bo Tirkan, lê ji bo Kurdan jî yek bi şereftirîn rûpelê dîroka wan e. Yek ji stranên ku qet nayê ji bîr kirin ên wan salên şer wisa dest pê dikir: ''Vurun kürt uşağı namus günüdür'' (lêdin lawê kurd, roja namûsê ye), paşê karbidestên tirk wê qedexe kirin. Piştî damezrandina Komara Tirkiyê, karbidest û hawirên serdestên Tirk mafên neteweyî û mirovîyên ku ji gelê kurd re wad kiribûn nenasîn. Biserde, ewan pirsê heta înkarkirina hebûna neteweyê kurd wekî neteweyek jî (pêşve) birin. Ev dem, dema ku karbidest û sinifên serdestên tirk dest bi emperyalîzmê re lihevkirinê dikin e. Tesadif nîne ku înkar û lihevkirin di eynî demê de diyar dibin. Iro siyasetkarên Tirkên ku Komara Tirkiyê xistine rewşa yek ji kelên emperyalîzmê di Rojhelata Navîn û Nêzîk de di înkara hebûna neteweyîya Neteweyê Kurd de israr dikin û mafên ku dinav tixûbên Komara Tirkiyê de ji hindikahiyên din re dinasin jî ji neteweyê Kurd re nas nakin. Gelên Tirk û Kurd, di nav tixûbên Komara Tirkiyê de, di siyaseta derve û hindur de hesreta eynî mereman dikişînin û ev yek karbidestên Tirkên îro ditirsîne. Her du netewe dixwazin çandên xwe yên neteweyîyên bra, aboriyên xwe yên neteweyî bigeşînin, bigihên erdê, haletên erdçinîyê (ziraetê), azadî û mafên xwe yên demokratîk. Gelên Tirk û Kurd bêrî dikin ku Komara Tirkiyê siyaseteke derveya bêalî bimeşîne, ji binketiya emperyalîzmê bifilite. Çawa welatparêzên Tirkên rastî piştîvaniya şerê ku brayên wan ên Kurd dikin ji bo gihandina mafên xwe yên neteweyî di nav tixûbên Komara Tirkiyê de, welatparêzên Kurdên rastî ji pişta şerê gelê Tirk ji bo demokrasî û serxwebûna neteweyî digirin. Hêzên paşverû, kedxwar û tarîyên ku dixwazin berberî têxin navbera Tirk û Kurd ên ku li Anadoluyê dijîn, dixwazin destên xwe bidin yên emperyalîzmê, gelên me hêsanîtir biperçiqînin. Serketina şerê rizgariya neteweyîyê nû ku gelên Kurd û Tirk ji bo bextewariyê û jiyaneke mirovî li dijî derebegan, hêzên reş, axayên bajar û gundan, paşverûyan, nijadperestan, înkarkiroxên hebûn û mafên neteweyîyên neteweyan, (li dijî) yên ku gelan berî hev didin, li ser pişta wan bi hêsanî ebûra xwe dikin, (li dijî) xulamên emperyalîzmê dimeşînin, bi tevkariya gelên Kurd û Tirk bi serkeve. Tenê bi tevkariyeke wilo her du neteweyên bira ewê dikaribin bigihên azadiyê û mafên xwe yên neteweyî û mirovî.''



Gotinên di nav (kevaneyê de) di eslê nivîsarê de nîn in, ji bo

edilandina wergerandinê hatine danîn.



Here lînkê

Here lînkê

Here lînkê

Here lînkê



19.03.2015 19:17 | remlavêj

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» nazım hikmet ran
» hikmet eraslan
» randevuyên mr'ê

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî