Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    4 mijar û 5 peyam
    helbestên dost çiyayî

    helbestên dost çiyayî

    5. (bnr: qetran)



    ''ji qetrê sader qehr û risas

    bi mohreke sincirî re hatim helandin

    li hemû dergehên demderewîn yekcar

    min qufiland dilê xwe yê têrxwê

    bi kerbekê re hazar car min lehimand

    keserên kiras zingar

    dil û rivîn

    kul û birîn

    wekî teyrekî bêzar di şîrê xwe de hatim parzilandin.



    min guh da nalîna dengekî hinavîn

    û dawîn min xwe kuşt di şeveke şafiî de

    bi sewta saweke sefran û seferî

    suhurîm, li seherên sar û sêwî

    ku hîn nizanim bê bi kîjan surperiyê re

    li çerxa kfjan zemanî dizîvirîm

    da ku gihîştim xawêniya bêdengiyê

    meyam li nebîniya şevên bêstêrk

    û min heyvanê xwe ji heyva nava xwe girt

    zeman û zemherîr

    ziman û zehîr

    wekî marekî bêjehr di kevirên sebrê re bihurîm



    rûpel bi rûpel ji nû ve hatim qulibandin

    deftereke bêxwedan û bêxwenda bûm

    lewra beriya bab'ên bêbinyad û mishefên reş

    li seyra sîmirekî sîmyavan hatibûm nivîsandin

    bi çavên çelq çelqiyam û min dît eareke din

    li raserî wêrekiya xwe ya rehwan û dilovan

    kelam kavil, wate wêran û xêzên xwedayî

    li binya temberiya min ku gunehkar dixwiyan

    reml û reea

    rene û rewa

    wekî bînerekî kor ji çavan dirijiyam



    min hilgirt helkehelka hêla xwe ya helak

    û xembar dageriyam şiveriya şevên xas

    li şopa şivaniya xwe ya kevnar

    ji refên xwe dûr ketim mîna qulingekî hejar

    min rûyê xwe şûşt û vekişiyam ji mezata gotinên xav

    lewendên lewçe û quretiya berêvariyên erzan

    lewma peyayekî pêxwas û ûryan bûm

    dema ku min bêtirs xwe avêt bextê zimanê maran

    şêrekî şîrşor bûm li şarê şaristaniyan

    şîrove nedibûm tu car bi şêrîn(ba)zaran

    dilop û derya

    mirin û dinya

    wekî çerxekê di xwe de gêj bûm



    dev badan devên devdeve

    dêmên dêgur, çeşmên xure

    min pelên zer li xwe pêçan

    û min nixumand melûltiya xwe ya bêtam

    ji edeba piçûkatiya biran

    ûxwarina bi dizî ya li pişt kewaran

    weke pîneyekî payîdar ku mabû yadîgar

    çi bêjim nîvco, çi bikim kêm

    gerden û morî

    zarok û dûrî

    wekî kirasekî, li janan hatim tefsilandin"



    Dost Çiyayî



    2015.03.09-02:16 | xendekî

    Hemûyan Bixwîne

    Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    qûnek [5]
    ne jin e, ne jî mêr, cinsê sêyem e...
    mêrê ku ji pêş ve xetimî, ji...
    lawikên kurd yê gûhar dixin gûhê xwe [3]
    min di dema zanîngehê de dixist guhên xwe. wê demê li min dihat, kêfa ...
    tirşikvanên ku êrîşê kûçikan hatine [1]
    ez sibê zû rabûm daketim hewşa siteyê , min berê xwe da kuçê û hewka ...
    tirşikvanên ku êrîşê kûçikan hatine [1]
    ez im, ne carek du sê car êrîşê wan heywanan hatime. Êdî li min bûye (...
    guhkunkere [1]
    an jî guhsim Li gor wîkîferhengê navek “kêzikek” lê danîne lê bi min ...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » helbestên memikan
    » dostoyevskî
    » çîyayî

    Kategoriyên mijarê::
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî