4. (bnr: gerdena nazik)
Gerdena nazik ji rîhanê nede ber pencerê
Bejn û bala tey tenik tirsim belak jê re derê
Zilf û xalan tu veşêre ebrû çavan bernede
Nabî kes vana bibînî û li wana binêre
Porê zer sor û dirêj qet min ne vêt ba lê bidin
Mîna şitla şox û şengê bejn û bala esmerê
Ev surra bayê seher pêre hezar êş û elem
Vê qebûl nakim tu caran ji wê bircê tu derê
Dergevan im bendewar im mal û halê min tu ye
Vî dilê Seyda ditirsim tu bidî ber xincerê
Ji birînan pir ditirsim ger biçin nêv cerg û dil
Wê hinavan bidne sotin tev bi carek her derê
Min nexe nêv kul û derdan min berê dil tije ye
Ji neyaran pir ditirsim ko biçin koçk û serê
Min nevêtin ku hinek bên bi bûrin çav li te kin
Wê demê êş û elem xurtin li nêva cegerê
Ev neyar ger te bibînin wê bisojin vî dilî
Tê belakê bo min çêkî dibe ku can tê herê
Her neyar ji min di tirsin û ji ber min direvin
Lê li ber te xûz û xwarim ma li min tu nanerê
Xet û xalên qelemî dijmin di wan nabuhurin
Pir ditirsim ku ji dest min herî find û fenerê
Nazik û şêrîn û rindê ser û surra periyan
Ser me danî ber piyên wê pût û lat û mehderê
Bejin û bala te yê taze wek çinara zeviyê
Nêrgiza sîka zinarê ney û naya deverê
Nazika min dilbirîn im ji xem û derd û kulan
Ka li halê min binêre bide min yek xeberê
Min ne xoş im mest û gêj im sebir û saman im nema
Ez ditirsim ku nemînim nebînim qozeqerê
Şerbeta şêrîn ji lêvan ez dinoşim şev û roj
Aşiqê bejina bilind im zêr û durr û gewherê
Tu ye hêl û hinera min bi te bawer min heye
Min ji kalî ve digerînî bîstûpênc salî berê
Kaniya ava heyatê kî vexwî wê her bijî
Pê dibim mîna Ebanos ta bi sed salî derê
Wê ji bo min her bimînî ser bilind û payedar
Tac û textê min ji zêrin sînga eywan û serê
Te bi lawê Sîna nadim ne bi Luqmanê Hekîm
Tu ye dermanê dilê min wê bi te ruh vegerê
SEYDAYÊ TÎRÊJ
|