Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


32 mijar û 51 peyam
îtîrafên tirşikvanan

îtîrafên tirşikvanan

162. îroj ji rojan şemiyê ye, ango dawiya hefteyê ye, wek şemiyên din dereng ji xewê şiyar bûm tavilê çûm li ber şibakê û pê hesiyam ku hê jî li ber dîmenên stenbolê şiyar dibim, mala min li pendîkê ye û behreke mezin û xaniyên bêserûber li pêşiya min in, tenê me dîsa, na ne tenê me dîmenek ligel min e û qaqlîbazên stenbolê ligel eciziya min didin perwazan, perên wan xweşik in û dibêjim bena ne

erê tenê me, ne hevalek ku bêhna xwe pê vekim, ne jî dostek derdên xwe pê sivik bikim.

derdê xeribiyê pênûs li mehmed uzun hêjandibû, fawaz hussein herdem behsa xeribî û mişextiyê dikir, ger ku nejiyabî pirr li ser naponijî, hay ji girîngiya welêt nabî.

xwe di axeke biyanî de wek bêkesayet hîs dikî, çi zanim ez dema li kolanan dimeşim dibêm qey her kes dizane ku ez xerîb im ne ji wan im, uryan im tazî me kirasa min qetiyaye, dil dikim ku vegerim û hîn nema piyên xwe rakim ji axa xwe ya pîroz, erê pîroz lê pîrozbûna axa merivî girêdayî axê nîn e, hemû bîranînên te li wir mane, kolan bi kolan, kuçe bi kuçe, tax bi tax, semt bi semt hemû tevde xwediyî rêç û şopên lingên te ne, hez bikî jî nekî jî hemû yên te ne bêî wan tu tune yî, xalî yî, vala yî, bêkiras î û ya girîng bê rih û giyan î..

îroj ji rojan şemiyê ye û ez wekî hemû şemiyên din li malê, çavên xwe bi tenê ji xewkan vedikim, li pêşiya min behreke mezin û xaniyên bêserûber...



28.02.2015 13:52 | ferhenga şikestî

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol