Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    10 mijar û 15 peyam
    karapetê xaço

    karapetê xaço

    10. îro di rûdawê de nivîseka salih kevirbirî sebaret bi seh saliya xwatirxwestina karapetê xaço ji vê dinyaya gewrik derçûye.. ka bixwînin..



    ''Sal 1925 e. Ev du sal in Komara Tirkiyê hatiye damezrandin û gellek herêmên komarê tûşî alozî û qeyranê bûne. Serhildana Sêx Seîd a ku heta berî bi demekê li piraniya bajarên kurdan belav bibû, bi xwînrijiyeke dijwar tê hilweşandin û tepisandin. Piştî vê şikestinê, rêberê serhildanê Şêx Seîd û rêhevalên wî, li meydaneke mezin a ‘Diyarbekira Birîndar’ li ber çavên mirovan hatin bidarvekirin.



    Ev têkçûn û encama xembar, wekî gellek niştecihên herêmê, li ser Dengbêjê Malbata ‘Filîtê Quto’jî bandoreke mezin dike. Navê wî dengbêjî Karapetê Xaço ye. Şikestina Tevgera Kurdî li ser Karapêt dibe sedema têkçûneke mezin a psîkolojîk. Hosteyê ermenî yê deng û awaza kurdî, bi mehan ligel Hesenê Filîtê Quto û mirovên giregir, merheleyên serhildanê bi dûredirêjî şopandiye û bûye mêvan- û guhdarî şirove û tehlîlên şer û serhildanê.



    Heyamekî piştî Serhildana Şêx Seîd, li dorhêleke wisa ye ku hêzên leşkerî yên Roma Reş ‘îmanê li kurdan diçikînin.’ Karapêt nema dikare li wan diyaran bimîne. Çar sal piştî serhildanê (1929), şevekê, bi awayeke veşarî ji sînorê Tirkiye-Sûriyê derbasî Qamişloyê dibe. Bi vê gavê re, pêvajoya Karapêt ligel kurdên Sûriyê jî destpê dike.



    Frensaya ku ji hêzên hevgirtî yên Şerê Cîhanê yê Yekem e, li ser sînorê Tirkiye-Sûriyê ye. Wexta ku Karapetê Xaço li kolanên Qamişloyê digere, ji belavok û danezanan pê dihese ku Artêşa Frensayê qeyda leşkeran dike. Dengbêjê me jî dibêje ‘jixwe ez bi kêrî tiştekî nayêm’ û wekî lejiyoner beşdarî artêşa Frensayê dibe.



    Karapêtê Xaço bi qasî 15 salan di artêşa Frensî de bi peretî leşkeriyê dike. Bedewtirîn cilan di wan deman de li xwe dike û baştirîn xwarin û vexwarinan di heman demê de dixwe û vedixwe. Hosteyê Kilamên Mêrxasiyê, di vê merhelê de dibe xwediyê giraniyeke mezin û kêm jî be, fêrî hinek gotin û qisedanên frensî dibe.



    Roj tê, wekî hêzên hevgirtî yên din, peywira Artêşa Frensiyan jî li herêmê bi dawî dibe, biryar derdikeve ku artêş ji ser Lubnanê vegere Frensayê. Karapêt, li wan salan li Sûriyê, ne tenê bi şexsiyetên giregir ên kurd û dengbêjên herêmê, herwiha di nav Artêşa Frensî de jî bi gellek dost û hogiran re têkiliyan datîne. Di şevên havînê de, ji bo leşkerên kurd ên di nav artêşê de û ji bo fermandarên wan ên Frensî kilaman dibêje. Frensiyên ku ji Karapêt pir hez kirine, jê re dibêjin heke bê Frensayê, dê jiyaneke baş ji bo wî dabîn bikin û dixwazin ligel wan biçe Frensayê. Lê Karapêt vê daxwaza wan qebûl nake.



    Di vê demê de, rêveberiya Yekîtiya Sovyeta Sosyalîst biryarekê derdixe ku Ermeniyên diyasporayê vegerin welatê xwe. Li ser vê yekê, dawiya sala 1946ê, Karapêt ligel kurê xwe yê biçûk Sêrop û jina xwe Yevayê diçe Yerevana paytexta Ermenistanê. Her çiqas ermenî bin jî, malbata wî peyveke bi ermenkî jî nizane. Ev yek jî, pêşî dibe sedema tengasiyên mezin. Ji ber ku zimanê xwe nizanin, ji aliyê cîranên xwe ve biyanî tên dîtin û nikarin têkiliyeke baş deynin. Sedema nezanîna wan a ermenkî, dike ku gundiyên ermenî yên li gundê Solxoza Çaran jî henekê xwe bi wan bikin. Ev nexweşî û tengasiya wan heta ku têkilî bi kurdên misilman û êzîdî re datînin, berdewam dibe. Paşê hêdî hêdî Karapetê Xaço li wî aliyê çemê Erezê jî dibe ‘gula li ber dilê wan’ û heta xatirê xwe ji me dixwaze jî wisa dimîne.''



    http://rudaw.net/kurmanci/opinion/16012015




    Hemûyan Bixwîne

    Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    darbestên rengorengo [3]
    Darbestên ku li sergiya ahmet güneştekin a li Amedê ye. Ji ...
    darbestên rengorengo [4]
    Yek ji berhemên ahmet güneştekin e li pêşangeha wî ya Bi nav...
    ahmet güneştekin [2]
    Wênesaz û nizamçîkê rexneyên li ser tê kirin ne ji ber hunera wî ye ,...
    درود [1]
    درود (dorûd) peyveka farsî ye ku bi wateya silavê tê. ji proto-îranî *...
    stranên ku dema zarokatî dihêne bîra tirşikvanan [1]
    Eyaz Yusif Zaxoyi- heger dinya hemû gul be
    ...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » karapetê xaço gotinê ay lo mîro

    Kategoriyên mijarê::
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî