8. feqîrê xwudê bi kîjan navî binivîse nikare xwe ji xezeba tolhildêran xilas bike.. ev cara dehê ye dibêjim û dubare û sêbare dikim ez ne dijminê tu kesî me, armanca min ne reşkirina tu kesî ye, lê ji ber ku kurmanciya min bi qasê ya brusk56 ne xurt e ez nikarim bi qasê wî xwe tam îfade bikim.. * neyse nexwe çarbare bêjim min heta niha bi qasê barê kerekî li ser tezên pkkê û tezên antî pkkê pirtûk xwendine ne wekê berê lê hê jî dema tiştekî hêjayî xwendinê dibînim dixwînim li gorî van xwendinên xwe dema li cihekî -tirşik an platformeke din- mesele bê ser pkkê fikra xwe û ya dilê xwe dibêjim.. li ser nêrîn û nêzikatiya öcalan û kadroyên din ên rêveber yên pkkê li hemberî jinê kêm zêde min tiştin xwendine û li gorî van xwendinên xwe dema slogana jin jiyan azadî seh dikim kenê min tê.. dirêj nekim heçiyê çîrok û serpêhatiya sakine cansız tenê bixwîne wê bizanibe û fêhm bike ka qedrê jinê û wateya azadiya jinê li cem öcalan û kadroya rêveber ya kckê çi ye.. |
|
11.01.2015 05:56 |
onitnadna.ii-959d,rojamaniatanosonaip
|
duayên kurdî [1] |
|
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1] |
|
femonasyonalîzm [1] |
|
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1] |
|
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1] |