Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 11 peyam
leelleke baxîun nefseke ella yekûnû mû

leelleke baxîun nefseke ella yekûnû mû

1. ayeta sêyemîn, ya sureya şuerayê ya quranê..

xwudê dema dibîne ku paşkû hindek mûşrîkên wî wextî daweta dînê îslamê ya muhemed pêxember qebûl nakin, pêxember gelekî diqehire jê re mealen wiha dibêje; paşkû ew nabin mûmîn anku dînê îslamê qebûl nakin, qey tu wê nefsa xwe bibî helakê.



li ciheke din jî ê quranê de xwudê dîsa ji pêxember re dibêje yê ku mirovan hîdayet bike û wan bîne ser dînê îslamê ez im, yanî wezîfeya te ne ew e ku tu xelkê hîdayet bikî û wan bînî ser dînê îslamê, tu tenê qasid û pêxemberekî (peyamnêr, nûçegihan) û wezîfeya te jî ew e ku tu wehy û peyama ji te re nazil dibe li nav xelkê bgierînî û belav bikî..



li gorî min divê mirov sebebên îslama radîkal anku îslama terorîzekirî li jêr vê hîsiyatê bigere. gotineke tirkî heye dibêjin kraldan çok kralcı an allahtan çok allahçı, li nav civakê jî mirov dibîne ku hinek kes paşkû wan bawerî bi xwudêû bi dînê îslamê aniye (li ser dev jî be) û hinekên din bawerî neanîne, xwe wek nimînerê xwudê an xelîfeyê xwudê yê li ser erdê dibîne, xwe ji wan kesên din bilindtir û mezintir dibînin û eger ji wan bê, dikarin bi destê xwe cihde cizayê wan kesên ku bawerî bi xwudê neanîne li vê dinyayê bibirin. nizanim di sosylojî an psîkolojiyê de navê vê nexweşî-kompleksê heye an, lê nexweşiyeke têra xwe belav e û divê were dermankirin, ne tenê li cem misilmanên radîkal li cem hinek pêkhateyên din ên civakê jî ev nexweşî tê dîtin, mesele, yekî koçberê ku berî bi salan ji balkanan koç kiriye hatiye li tirkiyeyê êwiriye û bi dilê xwe an bi zora polîtîkayên dewleta tirk asîmîle bûye yanî ji eslê xwe dûr ketiye û zimanê xwe ji bîr kiriye, dema dibîne ku kurdek ku ew jî wekê wî liqay heman polîtîkayê hatiye lê eslê xwe ji bîr nekiriye, li hember zilm û zora dewletê serî dananiye û doza mafên xwe yên rewa dike ji dewletê, li gorî derfetên xwe berî dewletê ew radibeze wî kurdî û dixwaze wê daxwaza wî tepeser bike. erê di nav vê nexweşiyê de hesûdî, çavneberî, zikê xwe ji yê dî êşandin filan heye lê di baweriya min de, ev nexweşî tenê bi hesûdiyê îzah nabe..




Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» leelleke baxîun nefseke ella yekûnû mû
» ellah wekîl
» mûmên dêran

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî