Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
jan

jan

2. helbesteka şairê kurd rênas jiyanî ye..

ku cara pêşîn di kovara nûdemê de di hejmara 29an ku di buhara 1999an de belav bûyiye de derketiye..



''i

Li xirbê pêsîrên min

dûvpişkên kumêd

bi kevokên min ên li ser hêkan vedidin.



Li kêleka skelêtê çena min

ku hema ramûsan bixuyin

gur û wawîk li ser şer dikin

Xwedê bi gepê mezin dixwin



bi barana werza 5an

bişom vî mêjiyî

nizanim,

ez ê bibim xwedîderûneke çikî sayî

cilêt di dest de

xeratê mêjiyê xwe me

jêkirî dijîm di hundirê kalaneke şûr de

rûxuyane zagonên hişmendiyê ji bin ve

serî mîna rojhilata navîn tevlihev

wekî Raskolînkov hey bi tayê me

hemû evîndarên min,

di bedewiya Qûasîmodo de

awiqîne xew li min

kaprîsên min ên mirinê çêbûne

zayîn trajîk mirin erotîk bûne

(ez)...

(hemû jiyana min di navbera kevanekê de asê bûye)



2

mirovahiya xav û şil li ser riha xwe

ya min ji şînê berdaye

dibe qerqîtik ji

naşibe tu camêrî

ji girêza mêrkujan

gav nayên avêtin li kuçan

. . . û Kurdistana min rakişandine çarmîxê

mîna kurê Xwedê îsa. . .

bi sê telaqê bêfitwe Kurdistana min

ez ê gemara li ser te

bişom bi xwêdana eniya helbestên xwe

heke heyverona bûk

di şeva xwe ya ewil de bakîre dernekeve jî. . .



3

min hêrs ajotine devê lûla demançê

tiliya min li ser nikilkê qahrê, jahrê

dikim bi hewa xim

jan, jîn, jin!..

dêl im di saygonên fîraûnan de

hemû pîramîdan bi tena serê xwe ava dikim

tu yê bêjî qey ez ê di wan de bimirim

serê xwe bi wan re zahf diêşînim



bêyom im

ji kê hez dikim,

di torên masîdaran de "pif' fanosê çavên xwe dikir

bêyom im

ji kê hez dikim,

dibe rêwî di hundirê rêviyên xwe de

li devê devê xwe rêwîtiya wan bi versiyê bi dawî dibe

ne bi xêr û ne bi ahlen

van rojan min dest bi xwe jî hezkirinê kiriye



4

bêhna pîşo dihat ji zaroktiya min

bûme mêr,

di nasnava min de

"şewat" hate nivîsîn

navê min

navê te

ala hatiye çirandin

ka navê te

ka navê, ku di golên bi wêrdek de

di avêtina kevirekî de (n)avên xelek xelek dinepixe.



5

stûneke keserê me

hogira min a herî dilovan

tava rûniştiye li ser tutukan

dirêj

dirêj digavînim kolanan

minareyên bêmele me li sûkan

bi te tişt im

nîn tişt im

bê tişt im

ji xeynî;

derzî û pênûsa min a di ber serê min de

hemû bajar ji min re gewende

pasila te

ketiye çalakiya derabegirtinê ji min re



6

li ser atomên evîna te kurk ketime

li ser atomên evîna te kurd mirime.



7

Pêpelûkan çêdikim ji mermerê hestiyê parsûyên te hildikişim

parsû bi parsû sînga te. Li lûtkeyên bêdawîbûna xwe digihêjim

hêza tîrêjê, molekulên min bela-wela dibin li gerdûnê, ku

nabim gerestêrkek jî, dibim meteoreke tolaz li valahiyê.

-çermê wextê digurim-

nîra tu tê de dijî qirneke cih ji min re vekî. Di rastiya xwe de

tenê cîhaneke

nîqasî veke. Di nav zeryayan de ne di kêfxweşiya "hêêêêy!. . . li

bergehê hawa reşahî xuya bû" de me, xwelîreng ruyê te, ji min

re parzemên e

/Ka ruyê te,

ka ruyê keça ferx, ku porê xwe dikir porçê ji bûka

lîstoka destê xwe re/



8

hûr dibim li xalek valahiyê

ji jiyanê tirsiyame

ziq dinihêrim

mîna peza çav li gur keve

dengan dimêjim

wekî zarokekî nû fêrî zimên bûye pir dipirsim

mijangên xwe dirûçikînim

çavên min pelçimok

û çavên te di ruyê te de hilnayên

devê min kêm dibe

monologiya min a kurdî di civatan de dest pê dike

birûsk li kenê nuquçkan vedidin

kevirekî pahn im li ser avan

bêhnçikiyayî

bêrex

her dipengizim



9

li ramanên beyar nivîsên biyar çandibû min

jipayizan

divê bûbûna roman havînan

hîn kîtşitil in

nivîs hew regl dibe

kîjan têgînên qelew

dimiçiqin

di binê bîrên bêhnçikiyayî de

canê te yê bi qorzî

li ser kendalên kubar

bû krîstal

kengî tu ji hev veçirî bêjeyên watenewal

hîngê ezê bi teşiya te re bibime heval

ji vejena sosinên te yên nêromê

vejiyan 365 mêrkujên hestedar

û pîrebokên dilsoj û dilovan



te hîn pêsîrên xwe kişf nekiriye

tu hîn li simbêlê min varneqiliyî



10

li xortaniya min heram kirin qîzaniya te

di cihê pêwendiya me ya herî tengav de

berê "Ez û Tu" yek hebû

û di okyanûsan de şopa meşê me

(dolfîn çavdêr)

tahma xeydên te

aramiya hêşinahiya rehên te

nifireke me

û axirê mirineke me



navê xwe dikim belavok li stasyonan

navê min hilde

li giravên te xwe bi masiyên lal dorpêçaye

gunehkar im ax!

destên min bi destê Meryem bûye

Min biricimînin!..

bila Beatrîce

bimîne bê Dante

min biqijilînin...''



28.07.2013 09:45 | endazer

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» jana gel

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî